Li Amedê wê li dijî qeyûm meş bê lidarxistin 2024-06-08 22:13:03   AMED -  DEM Partî wê li dijî tayînkirina qeyûm ya ji bo şaredariya Colemêrgê li Amedê meşekê pêk bîne.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM partî) wê li dijî tayînkirina qeyûm ya ji bo şaredariya Colemêrgê li Amedê meşekê pêk bîne. Meşa ku wê bi beşdarbûna hevserokê giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan pêk bê, berbi Şaedariya Bajarê Mezin a Amedê ve wê bimeşin. Ji bo tevlibûnameşê îro li navenda Amed û navçeyên wê xebat hatin meşandin. Li Peyas û Baglarê serdanên esnaf û bazaran hat kirin û gel vexwendiyê meşê hat kirin. Li Sûrê jî esnaf hatin ziyaretkirin û gel vexwendiyê meşê hat kirin. Her wiha li taxên Çarikli û Bagirvar jî xebat hatin meşandin û gel hat vexwendî kirin.