Girtiyê di rojiya mirinê de ye daket 40 kiloyan 2024-06-09 09:55:35   STENBOL - Girtî Nûrettîn Kaya ku ji bo girtîgehên Tîpên Y, S û Ewlekariya Bilind bên girtin, 234 roj in di rojiya mirinê de ye daket 40 kiloyan.    Girtî Nûrettîn Kaya ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê girtî ye, ji bo tîpên Y.S û girtîgehên Ewlekariya Bilind bên girtin, di 29'ê Cotmeha 2023'an de dest bi rojiya mirinê kiribû. Çalakiya rojiya mirinê ya Nûrettîn Kaya di roja 234’an de berdewam dike. Kaya ji sala 2008'an de girtî ye, berê li Girtîgeha Hejmar 1 a Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê, li gel hevalên xwe Ali Şengul û Cemil Kurt bi daxwaza girtîgehek 'Ne tîpa bîrê' sewqa xwe xwestibû û di Gulana 2023'an de ketibû gireva birçîbûnê. Piştî di roja 100’emîn de girtîgehê soz da ku daxwazên wan pêk bîne Kaya û hevalên xwe dest ji çalakiya gireva birçîbûnê berdan. Piştî ku ev daxwazên wan pêk nehat, Kaya dîsa dest bi rojiya mirinê kir. Girtîgeha Erziromê Kaya di 29'ê Sibatê de sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Boluyê kir. Ji bo sewha hevalên Kaya nehatiye kirin, Kaya çalakiya xwe ya rojiya mirinê berdewam dike. Li aliyê din çalakiya gireva birçîbûnê ya Alişan Gul û Cemil Kurt ku li Girtîgeha Dumlu ya Erziromê girtî ne, 89 rojin didome.    KAYA DAKET 40 KÎLOYAN   Komîsyona  Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ya Stenbolê li girtîgeha Boluyê çû serdana Kaya û têkildarî rewşa Kaya agahî da. Komîsyona  Girtîgehan a ÇHD'ê destnîşan kir ku Kaya daketiye 40 kîloyan û hundirê devê wî birîn bûne û êdî hevsengiya bedenê winda kiriye. Komisyonê destnîşan kir ku pirsgirêkên tenduristiya Kaya her ku diçe zêde dibin.    Endamê TAYAD'ê Emir Karakum jî bang li rayedaran kir û xwest daxwaza Kaya bi lez pêk bînin û banga hestiyariyê kir. Karakum, destnîşan kir ku girtiyên siyasî avêtine girtîgehên wekî bîra û wiha got: "Bi polîtîkayên tecrîdê dixwazin vîna girtiyan dîl bigirin. Girtî li dijî polîtîkayên dîlgirtinê têkoşînek mezin pêş dixin. Polîtîkayên tecrîdê ne tenê polîtîkayên îktîdarê ye. Di heman demê de polîtîkayên pergala Kapîtalîst e."     Karakum, herî dawî destnîşan kir ku Girtîgeh bûne malên mirinê û wiha bi dawî kir: "Kaya pir zêde kîlo daye. Ji ber vê yekê pirsgirêkên tenduristiya wî di asta herî jor de ye. Heta ku daxwaza Kaya pêk bê dê çalakiya xwe berdewam bike. Kaya 234 roj in di rojiya mirinê de ye. Divê hemû kesên parazvanên mafên mirovan li dijî vê rastiyê hestiyar tev bigerin."