‘Bila kes zorê li sebra kurdan neke' 2024-06-09 16:41:36   AMED – Rêxistinên MEBYA-DER, MED TUHAD- FED û TUAY-DER'ê têkildarî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê daxuyanî dan û gotin: "Bila tu kes zorê li serba kurdan kene."    Di pêşengiya MEBYA-DER, TUAY-DER, MED TUHAD-FED'ê de gelek rêxistinên civakî tayînkirina qeyûm a şaredariya Colemêrgê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêxistinên civakî di daxuyakniyê de bê navber dirûşmên “Bijî berxwedana gele Kurd" û "Bijî têkoşîna gelê kurd" berz kirin.    Hevserokê Giştî yê MED TUHAD -FED'ê Kerem Canpolat daxuyanî da û wiha got: "Bi tayînkirina qeyûman careke din li dijî vîna gelê kurd bêhiqûqî kirin. Îktîdara AKP-MHP'ê Nêzî 9 sal in bi rêbazên qeyûman vîna gel binpê dike û bêhurmetîyê dike. Destûra Bingehîn dixin bin piyan. Ew bi xwe dibêjin 'Yên bi hilbijartinê hatin dê bi hilbijartinê biçin'. Lê ew bi xwe vê rêgeza xwe binpê dikin. Îktîdara AKP-MHP'ê vîna kurdan tehamul nake û qebûl nake. Em careke din tayînkirina qeyûman şermezar dikin."    Canpolat, da zanîn ku ew destûr nadin ku vîna wan û mafên wan binpê bikin û wiha bi dawî kir: "Em polîtikayên qeyûm şermezar dikin û qebûl nakin. Di serî de CHP û hemû kesên li vî welatî aramî, aştî û wekheviyê dixwazin divê li dijî tayînkirina qeyûman dengê xwe bilind bikin. Êdî sebra gelê kurd nemaye. Bila tu kes zorê li sebra kurdan nekin."    Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.