Yeni Şafakê piştî pere ji ser wê qut bûn DBB ‘terorist’ îlan kir 2024-06-09 16:52:54   AMED – Rojnameya Yenî Şafakê piştî Şaredariya Bajarê  Mezin a Amedê pereyê ku qeyûm dida wê ji ser wê qut kir, şaredarî wekî "terorîst" îlan kir.    Rojnameya Yenî Şafakê di manşeta îro de sernavê "Qendîlê qeyûm tayînî Amedê kiriye" avêt. Derket holê ku piştî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya girêdayî DEM Partiyê pereyê ku qeyûm dida rojnameya Yenî Şafakê ji ser wê qut kir, şaredarî kir hedefa xwe. Derket holê ku rojnameya Yenî Şafakê di serdema qeyûm de 132 hezar û 106,3 TL pere ji şaredariyê girtiye.      Şîrketa Piri Medya İletişim A.Ş. a Reklamê ku Rojnameya Yenî Şafakê girêdayî wê ye, di 12'ê gulana 2022’an de wekî heqê reklamê 98 hezar û 746,48 TL fature ji şaredariyê re birî ye. Di 17'ê Gulanê de 85 hezar û 517,34 TL fature birî ye. Disa ji bo Saziya Îlanê ya Çapemleniyê di 14'ê Gulana 2023’an de 144 hezar û 559,22 TL avans daye. Ji vî avansî 33 hezar û 359,82 TL daye Rojnameya Yeni Şafak Tarimê    Piştî şaredariyê pere ji ser rojnameyê qut kir, rojnameya Yenî Şafakê şaredarî wekî "terorîst" îlan ki.    MA / Berîvan Altan