Li Stenbolê tayînkirina qeyûm hat protestokirin: Bijî berxwedana gelê kurd 2024-06-09 19:00:55   STENBOL - DEM Partî li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê li Qada Esenyûrta Stenbolê çalakiya protestoyê li dar xist. Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek li dijî qeyûm banga têkoşînê kir û got: "Bijî berxwedana gelê kurd."    DEM Partî û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li navçeya Esenyûrta Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê bi dirûşma "Em rê nadin darbeya qeyûm" çalakiya protestoyê li dar dixe. Çalakî li Qada Esenyûrtê pêk tê. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk û gelek beşdarî çalakiyê bûn. Welatiyan tîşortên "Qeyûm bicehime" li xwe kirine û di çalakiyê de amade bûn. Girseyê bênavber dirûşm berz kirin û pankartên, "Ji bo rakirina tecrîdê deng bide azadiyê" û "Şaredarî yên me ne em ê destûrê nedin desteserkirinê" hatin vekirin.     Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz ewilî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku qeyûm zîhniyeta faşîst a li dijî gelê kurd e û xwest her kes xwedî li şaredariyên xwe derkeve.    ‘EM Ê MÎNA SEYÎD RIZAYAN LI BER XWE BIDIN'    Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu jî anî ziman ku ew ê mîna Seyîd Rizayan li dijî desteserkirina îradeya gelê kurd li ber xwe bidin û têkoşîna xwe bidomînin.    PEYAMA PIŞTEVANIYÊ    Rêveberê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Yusuf Ulu, rêveberê Partiya Çep Mûrat Başar û Srokê CHP'a Esenyûrtê Huseyîn Ergîn jî axivîn û li dijî qeyûman peyama piştevaniyê dan.    ‘YÊN KU BEHSA HIQÛQÊ DIKIN, LI ÎMRALIYÊ HIQÛQ RAKIRINE'    Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek jî da zanîn ku ew ê tu carî dest ji têkoşîn xwe ya mafdar bernedin û got: "Bi salane desthilatdariya AKP-MHP'ê ji bo rejîma yek zilamî ava bike, faşîzmê dike. Lê bila viya ji bîra nekin faşîzma wan ji têkoşîna bi rêxistinkirî ditirse. Erdogan radibe û dibêje qeyûm 'hiqûqî' ye. Em li vir gazî Erdogan dikin; biçe wêde! 3 sal in em xeber ji birêz Ocalan nagirin. Yên ku dibêjin, qeyûm 'hiqûqî' ye, li Îmraliyê hiqûqê rakiriye û mafê jin û kedkaran ji destê wan girtiye. Lewma qeyûm tenê ne qeyûm e. Qeyûm destwerdana li dijî hemû qadên me yên jiyanê ye. Divê em ji vê re bêjin na. Gelê kurd her cure bedelê da û wê bide jî. Wê paşve gav neavêje. Bijî berxwedana gelê kurd. Bijî têkoşîna gelê kurd û gelên Tirkiyeyê."   POLÎSAN WELATÎ KIRIN BINÇAVAN   Li aliyê din polîsan çalakiyê asteng kir ku bi girseyî derbas nebe. Polîsan êrişî welatiyên ku xwestin beşdarî çalakiyê bibin kir û wan kirin binçavan. Nehat zanîn ku binçavkirî birine kîjan qereqol ango emniyetê.    Piştî çalakiyê ciwan li kolanan belav bûn û meş li dar xistin.