Gelê Amedê li dijî qeyûm meşiya: Em ê rê nedin qeyûmê Erdogan û Bahçelî 2024-06-09 19:30:24 AMED - Li Amedê bi hezaran kes astengiya polîsan ji pêşiya xwe rakir û meşiyan ber şaredariyê. Hevserokên Giştî yên DBP'ê diyar kirin ku ew ê rê nedin qeyûmên Erdogan û Bahçelî û heta dawiyê xwedî li îradeya gelê xwe derkevin.    DEM Partî û DBP li Amedê tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê bi meşê şermezar dike. Meş bi beşdariya Hevserokên Giştî yên DBP’ê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgûn Ûçar pêk tê. Rêveberên DEM Partî, DBP, hevşaredarên li Amedê, aktîvîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê, rêveberên TUAY-DER, MEBYA-DER û rêxistinên sivîl tev li meşê bûne. Girse li ber Plaza AZC’ê ya li Semta Ofîsê li hev kom bû û bi berzkirina dirûşma “Colemêrg ya me ye” dest bi meşê kir. Welatiyan di meşê de tîşortên bi nivîsa “Qeyûm bicehime” li xwe kirin û beşdarî meşê bûn.    Girseya ku bênavber dirûşmeyan berz kir, ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Demek dirêj girse di dorpêçê de ma û li ber xwe da. Girseyê tevî hemû astengiyan jî xwe gihand ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û li vir tev li çalakiya nobetê bû.    ÛÇAR: HER KESÊ LI HEMBER KURDAN TÊK ÇÛN    Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li ber şaredariyê axivî û destnîşan kir ku gelê Amedê ji sala 2016'an ve li dijî qeyûman li ber xwe dide û got: "Em ê nehêlin ku dewama tayînkirina qeyûmê Colemêrgê were. Hûn dizanin qeyûm çi ye? Qeyûm dizî, talan, darbe û rant û bertîl e. Em ê destûr nedin ku ev polîtîka dîsa li Kurdistanê pêk werin û em ê li ber xwe bidin. Em li Amedê ji desthilatdariyê re dibêjin; di dîroka sedsalî de gelek desthilatdariya kurdan danî pêşberî xwe lê yek ji wan desthilatdaran dewam nekir û li hemberî kurdan her kes têk çûn lê kurd hê jî li ser erk û axa xwe ne."   BAYINDIR: EM Ê RÊ NEDIN QEYÛMÊ ERDOGAN Û BAHÇELΠ   Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî destnîşan kir ku ew berxwedana gelê Amedê ya ji bo Colemêrgê silav dikin û wiha axivî: "Her bijî Amed. Me soz da gelê Colemêrgê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û em ê paş ve gav neavêjin heta dilopek xwîna me hebe em ê xwedî li îradeya gelê xwe derkevin. Qeyûm desteserkirina îradeya gelê kurd e. Gelê kurd her carê ders da wan lê dîsa jî rûyê wan naşewite. Em ê rê û destûr nedin qeyûmê Erdogan û Bahçelî. Wê çalakiyên xwedî derketina lî îradeya xwe li tevahiya Kurdistanê belav bibe, serkeftin a me û gelê me ye. Teqez em ê bi ser bikevin."    Girse li ber şaredariyê govend gerand û nobedariya xwedî derketina li îradeya xwe berdewam kir.