Xwebûn bi manşeta ‘Li dijî înkar û qeyûman BERXWEDAN’ derket 2024-06-10 08:20:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 234’emîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Li dijî înkar û qeyûman BERXWEDAN” derket. Rojnameya xwebûnê vê hefteyê bêtir cih da polîtîkayên qeyûm û neqebûlkirina vîna kurdan. Rojnameyê di manşetê de destnîşan kir ku gelê kurd li dijî tayinkirina qeyûm û desteserkirina vîna xwe li qadan çalakiyan li dar dixin. Rojnameyê bal kişand ser berxwedana gelê Colemêrgê û çalakiyên wê yên li kolanan.   Rojnameyê di rûpela jin de cih da analîza Ayşe Gokkan a li ser zimanê nivîskî û hişmendiya baviksalarî. Rojnameyê cih da quncikê Nalîn Aslan a bi sernavê “Jin; Têkoşîna hebûn û pêşerojeke li ser wekheviyê” û bal kişand ser têkoşîna jinan a di dîrokê de.   Rojnameyê vê hefteyê di hevpeyvînê de cih da pergala hilbijartina li Rojava û li ser mijarê bi Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinan Rûken Mele Brahîm re axivî. Ruken destnîşan kir ku jinan pêşengiya şoreşê kir û dê di hilbijartinan de jî pêşengiyê bikin û hilbijartin dê li cîhanê bibe mînaka vîna hemû pêkhateyan.