Li Rezanê ji bo jinan qursên pîşeyî yên taybet tên dayîn 2024-06-10 09:30:11   AMED - Şaredariya Rezanê di çarçoveya daxwazên jinan de li navçeyê ji bo jinan qursên pîşeyî yên taybet dan destpêkirin.    Şaredariya Rezan a Amedê ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye, li Mala Rezan a Taxa Bagcilarê qursên pîşeyî da destpêkirin. Xebatkarên Mala Rezan xwe gihand jinên taxê û li pêdivî û daxwazên wan guhdarî kir. Di çarçoveya daxwazan de jî ji bo zarokan qada lîstikê vekir û qursên pîşeyî da destpêkirin.    Ji qursên li Mala Rezanê hatiye destpêkirin û dê 3 mehan berdewam bikin 30 jin sûdê digirin. Jinên tev li qursan bûn, di saetên atolyeyê de dikarin zarokên xwe bi rehetî li odeya lîstikan a zarokan bihêlin û perwerdeya xwe bibînin. Di heman demê de ji bo zarokan li odeya wan çalakî tê lidarxistin.    Koordînatora Giştî ya Jin û Malbatê ya Şaredariya Rezanê Emîne Baştaş diyar kir ku di serdema AKP’ê de di polîtîkayên jinan de texrîbatên mezin hatine kirin û wiha got: “Em hewl didin van texrîbatan ji holê rakin. Em van gavên xwe di çarçoveya daxwazên jinan de diavêjin. Di çarçoveya daxwazên jinan de me li Mala Rezanê qursên dirûn, xwendin-nivîsandin, kuaforê û ji bo zarokan odeyên lîstikê, ji bo ciwanan jî qursên piyano, tembûr, def û hwd. hatin vekirin. Eleqeyeke zêde ji bo van qursan hene."    HEFTEYÊ DU ROJAN TÊN MALÊ    Bi domdarî Baştaş destnîşan kir ku hefteyê du rojan jin dibin mêvanên wan û wiha pê de çû: “Jin pirsgirêkên xwe, bendewarî û daxwazên xwe parve dikin. Em jî ji bo ku wan bixin nava jiyana aboriyê, ji malên lê hatine hepskirin derxînin lê guhdarî dikin. Ji ber ku dema jin li malê bi zarokan re eleqeder dibin, dema xwarinê çêdikin, nikarin ji xwe re dem veqetînin. Lê dema tên vê derê hinek bêhn distînin û zarokên wan jî demekî xweş derbas dikin.”   Baştaş, got ku dê di demên pêş de berhemên jinan ji bo wan li bazara jinan bifiroşin û axaftina xwe wiha qedand: “Xebatên me yên ji bo vê didomin. Bi taybet jî jinên temenê wan ser bi 40 salî re eleqeyeke zêde nîşan didin. Sedema vê jî ew e ku li malê hatine hepskirin. Dê xebatên me yên ji bo jinan bidomin.”