TBB’ê ji 175 wesayîtan 138 jê ji bo şaredariyên AKP’î tehsîs kiriye 2024-06-10 10:35:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Derket holê ku TBB’ê ji 175 wesayîtan 138 jê ji bo şaredariyên AKP’î tehsîs kiriye.  Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) di 5’ê hezîrana 2024’an de hilbijartin li dar xist û Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû serokatiya TBB’ê ji AKP’ê stand. Piştî hilbijartinê, sepanên di serdema AKP’ê de derketin holê. Derket holê ku TBB’ê ji 175 wesayîtan 138 jê ji bo şaredariyên AKP’ê û 16 jî ji bo yên MHP’ê tehsîs kiriye.   JI SEDÎ 79 JI BO AKP’Ê NE   Li gorî nûçeya BîrGunê; di sala 2023’yan di serdema Fatma Şahîn û Yucel Yilmaz ên AKP’î de piraniya çavkaniyan ji ewil ji bo şaredariyên AKP û MHP’ê hatibne veqetandin. Derket holê ku di sala 2023’yan de TBB’ê ji sedî 79’ê wesayîtên tehsîskirî ji bo AKP’ê veqetandiye. TBB’ê di sala 2023’yan de 175 wesayît tehsîs kir. Ji van 42 jê kemçe, 41 jê kamyonên bi damper û 22 jî wesayîtên xizmetê ne.    Ji bo şaredariyên CHP’ê 10, ji bo şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin 8, ji bo Partiya îyî 2 û ji bo Partiya Saadetê jî wesayîtek tehsîs kir.    DI 2019-2023’YAN 1,6 MILYAR TL    Daneyê darayî yên yekitiyê jî bal kişand. Li gorî daneyan; di navbera salên 2019-2023’yan de milyarek û 667 milyon û 720 hezar û 536 TL pere hatiye xerckirin.