Li Wanê lehî rabû gelek ajal mirin 2024-06-10 12:29:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wanê ji ber barîna barana zêde lehî rabûn. Di lehiyê de gelek ajal mirin û ziyaneke mezin gihişt govan û zeviyên çandiniyê.    Ji duh nîvro heta niha li Wanê barîneke zêde dibare. Ji ber ku barîna zêde li navçeyên Qelqelî, Seray û Elbakê lehî rabûn. Li gundê Karahîsar ê navçeya Serayê 2 dewar û nêzî 100 pez mirin. Her wiha ziyaneke mezin gihişte nêzî 10 govan. Li navçeyên din jî ji ber baranê avên rûbaran rabûn, baxçe di bin avê de man û zirarekî mezin gihişt erdên çandiniyê.