Roja ewil a 'Meşa Demokrasiyê' bi dawî bû 2024-06-10 22:27:35   COLEMÊRG - Roja yekem a "Meşa Demokrasiyê" bi piştgirî û coşa gel bi dawî bû. Di civînên gel de hat gotin ku ew ê destûrê nedin desteserkirina vînê.   "Meşa Demokrasiyê" ya ku li dijî desteserkirina vîna li Colemêrgê hatiye destpêkirin û wê 3 rojan bidome, roja yekem bi coş bi dawî bû. Meşa ku beriya mîtînga 13'ê Hezîranê bi dirûşma "Şaredarî ya gelan e, em ê destûrê nedin desteserkirinê" destpê kir, ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) DEM Partî, Tifaqa Ked û Azadiyê, pêkhateyên DEM Partî û Rêxistinên Sivîl ve hate lidarxistin. Beşdarên meşê pêşmalkên  "Em ê rê nedin  qeyûman" hatibûn nivîsandin li xwe kirin û gund bi gund geriyan.   ‘GEL XWEDÎ LI VÎNA XWE DERDIKEVE’   Meş danê sibehê ji Şemzînanê destpê kir û berê bi gundê Şapatanê ve dest bi meşê kirin.   Meşvan bi dirûşmeyan ketin nava gund û demekê bi gelê ku ew pêşwazî kirin re sohbet kirin.   Li ser navê meşvanan parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren axivî û got, “Me îro li dijî desteserkirina vînê dest bi meşa demokrasiyê kir. Gelê me jî xwedî li vîna xwe derdikeve û destekeke mezin dide. Em hemû gelên xwe vedixwînin mîtînga ku em ê di 13’ê Hezîranê de bê lidarxistin.”   Li aliyê din gel diyar kir ku ew ê li dijî desteserkirina vîna wan li ber xwe bidin û ew ê li cem gelê Colemêrgê bin.    EV MEŞA HETA KU DESTESERKIRIN BI DAWÎ BIBE WÊ BIDOME   Piştre jî meşvanan bi berzkirina dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û “Şaredarî yên me ne,” qeyûm biciheme” berz kirin û ji Kaniya Qeymeqamtiyê heta Derbenda Harûna û ji wir jî heta gundê Bîrahorê meşiyan. Meşvanan gel vexwend mîtînga li vir û piştre ber bi gundê Sipîndarokê ve bi rê ketin. Meşvan bi çoşeke mezin hatin pêşwazîkirin û li vir xwarin û vexwarin dane meşvanan. Meşvanan li vir demekê bi gel re sohbet kirin û li gundê Çemê Mîra û navçeya Şemzînanê civîna xwe bi dawî kirin.    Piştre jî bi konvoyek qelebalix derbasî gundê Serdeşt a Geverê bûn. Li vir jî meşvanan der barê mîtîngê de agahî dan kesên ku ew pêşwazî kirin. Gundiyan bertekên xwe yên li dijî desteserkirina vînê anîn ziman û diyar kirin ku ew ê teslîmî polîtîkayên qeyûman nebin û ji hemû kesên xwedî wijdan xwestin ku beşdarî mîtîngê bibin.    Meşvan li gundê Pagê bûn mêvanên dawetekê. Gel bi dirûşmeyan ew pêşwazî kirin bi hev re govend gerandin.   Parlamentera DEM Partiyê Oznûr Bartin li vir axivî û got, “Di 13’ê Hezîranê de li dijî vîna gelê Colemêrgê qeyûm hat tayînkirin. Weke kesên ku vê zilmê qebûl nakin em ber bi Colemêrgê ve dimeşin. Ev meş wê bi gelê me re bidome. Heta ku desteserkirina vîna gelê me bi dawî nebe, ev meş wê nesekine.” Piştî axaftinan sirûda Bengî Agirî ya bi navê "Haydê Kurdo marş marş, haydê serhildan" ji bo meşvanan hat lêxistin.   VEXWENDIN MÎTÎNGA 13'Ê HEZÎRANÊ   Di dawiyê de meşvan derbasî gundê Darê bûn û li vir civînek gel li dar xistin. Parlamenterê DEM Partiyê Sarûhan Olûç li vir axivî û got, “Hikûmet dixwaze careke din qeyûman tayîn bike. Ew dixwazin, heta ku ew li ser desthilatdariyê bin, ne yên ku we hilbijartiye,  kesên ku ew hildibijêrin,birêve bibin. Ew ne durust in. Li Kepezê jî heman tişt çêbû, lê meclisê li wir cîgirê serokê xwe hilbijart. Li vir wisa nakin. Dewlet weke 'Tişta ku Kurdan hilbijart ez qebûl nakim' dibîne. Ev têkoşîn têkoşîna parastina vîn, azadî û demokrasiyê ye. Ji ber vê sedemê ez hemû gelê me vedixwînim mîtînga ku em ê di 13’ê Hezîranê de li dijî desteserkirina vîna me pêk bînin, dikim.” Roja yekem a "Meşa Demokrasiyê" bi dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.    BERNAMEYA SIBÊ   "Meşa Demokrasiyê" dê sibe bi daxuyanî û meşa ku saet di 11:00 de li navçeya Geverê bê lidarxistin berdewam bike. Meşvan wê biçin gundên Geverê û piştre derbasî navçeya Çelê bibin.