Li Stenbolê Nobeta Edaletê: Divê têkoşîna rêya sêyem bê xurtkirin 2024-06-10 23:59:27   STENBOL - “Nobeta Edaletê" ya Stenbolê di roja 3'yemîn de ye. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku têkoşîna rêya sêyemîn divê bi dînamîkên cîvakî re bê xurtkirin.   Nobeda Edaletê ya ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ve li Beyoglûyê hatibû destpêkirin, di roja sêyemîn de berdewam kir. Di çalakiyê de tîşortên “Qeyûm bicehime" hatin lixwekirin û dirûşmeyên “Roj wê were dewran bigere AKP wê hesab bide gel" û “Bijî berxwedana Colemêrgê” hatin berzkirin.   Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê Çîçek Otlu, Kezban Konûkçû û pêkhateyên Ked û Azadiyê tevlî çalakiyê bûn. Di nobetê de platformeke azad jî hat avakirin.   Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya Herêma Duyemîn a Stenbolê Gîzem Kûzû ve hat dayîn. Gîzem Kûzû, polîtîkayên dagirkeriyê weke destwerdana li pêvajoya hilweşandin û hilweşîna desthilatdariya AKP-MHP'ê bi nav kir û got, "Ji ber vê yekê di vê serdemê de divê em li her derê qadên têkoşîna hevpar ava bikin, mezin bikin, xurt bikin û xeta têkoşînê ava bikin. "    ‘EM HÊZA BERXWEDANA SERDEMÊ NE’   Gîzem Kûzû destnîşan kir ku divê xeta îdeolojîk-siyasî ya têkoşîna rêya sêyemîn-qonax-eniyê bi hişmendiya dînamîkên civakî bê xurtkirin û wiha got: “Divê em zanibin ku ji her demê bêhir hêza me ya rêxistinî-civakî heye. Hêza diyarker a serdemê em in; Yek ji qadên sereke yên têkoşînê ye ku wê pêşî li dagirkeriya rejîma faşîst a Kurdistanê û teslîmgirtina gelên Tirkiyeyê bigire.”   Piştî daxuyaniya çapemeniyê, nûner jî axivîn û diyar kirin ku ew li ba gelê Kurd in û bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî dagirkeriyê.   Çalakiya nobetê ya piştî çepik û dirûşmeyan bi dawî bû, wê sibe saet di navbera 19.00-22.00’an de li Qada Şîşhaneyê dewam bike