Du birayên girtî bi salane li ber xwe didin û nexweş in 2024-06-11 09:01:30 WAN - Mehmet Emîn û Mahmût Aslan birayên hev in û bi salane girtî ne. Tevî nexweş in jî nayên berdan. Haci Aslan ê ku ji ber çalakiya “azadiyê” agahî ji birayên xwe nagire, got: “Em bibin dengê girtiyan.”     Bi biryara Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan di salên dawî de gelek kes û nav hatin tehliyekirin. Li ser fermana Erdoan û Devlet Bahçelî serokên çeteyan, endamên Hîzbullahê yên ku di salên 90’î de tetikêşiyê kirin û darbekarên 28’ê Sibatê hatin berdan lê girtiyên siyasî yên kurd nayên berdan.    Kujer û tetitikkêş yek bi yek tên berdan lê li aliyê din berdan ango tehyliyeya girtiyên polîtîk ên kurd tê astengkirin û dirêjkirin. Li gorî daneyên Koemeleya Mafên Mirovan (ÎHD); 651 kes jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene.    HER DU JÎ NEXWEŞ IN   Mahmut (47) û Mehmet Emîn Aslan (51) ên birayên hev jî di nav girtiyên ku di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD'ê de cih digirin, nayên berdanê. Ji birayan Mehmet Emîn Aslan di sala 1996'an de li Edeneyê hat binçavkirin û di nezaretxaneyê de îşkenceya giran lê tê kirin û paşê ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Aslan ji aliyê Dadgeha Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Konyayê hat darizandin û bi îdiaya "Xerakirina yekitiya dewletê û hevpariya welat" cezayê muebedê lê hat birîn. Mehmet Emîn Aslan bi dorê şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Konya, Mûş, Ûmraniye, Sîlîvriyê û herî dawî jî şandin Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê. Aslan niha bi nexweşiya mîdeyê re rû bi rû maye.    Mahmut Aslan jî di sala 1998'an de hat binçavkirin. Aslan ê ku li Wanê bi îfadeya şahidekî hat binçavkirin nêzî 40 rojan bi îşkenceya giran re rû bi rû dimîne. Aslan jî li Dadgeha Ewlekariya Dewletê hat darizandin û bi îdiaya "Xerakirina yekitiya dewletê û hevpariya welat” cezayê muebedê lê hat birîn. Mahmut Aslan şandin girtîgehê Wan, Bedlîs, Mûş, Wan, Oltu, Bolu, Sîlîvrî, Balîkesîr, Sîlîvrî û herî dawî jî Girtîgeha Burdurê. Ji ber îşkenceya giran destê Aslan ê rastê şikest. Niha nexweşiya epîlepsiyê ye lê peyda bûye. Nexweşiyên wî yên wek nerehetiya mîde û osteoporozê jî lê peyda bûne.    Mahmut Aslan di çalakiya greva birçîbûnê ya di sala 2018-2019’an de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin, agir berda bedena xwe. Piştî çalakiyê wî rakirin nexweşxaneyê û bi dû tedawiyê re wî dîsa şandin girtîgehê.    DAYIKA WAN LI VEGERA JI GIRTÎGEHÊ CANÊ XWE JI DEST DA    Her du bira çend salan li girtîgeha Mûşê û Sîlîvriyê li bi hev re man. Bi girtina her du birayan re zor û zehmetî jî derketin pêşiya malbatê û mafên wan hatin binpêkirin. Malbata Aslan di sala 1998’an de dema ji serdana girtîgehê vedigeriya Wanê, li ser rêya Xarpêt-Çewligê qeza kir û di qezayê de dayika wan Meryem Aslan jî di  nav de 3 ferdên malbatê wefat kirin.   7 SAL IN NEÇÛYE HEVDÎTINA BIRAYÊN XWE    Kekê wan Haci Aslan bi salan e diçe girtîgehê serdana birayên xwe. Aslan anî ziman ku birayên wî ji ber ku li girtîgehên dûr in salê tenê dikare carek biçe hevdîtina wan û got: “Berê ez dikaribûm biçûma hevdîtina birayên xwe. Lê belê ji ber emrê min û nexweşiyên min nikarim mîna berê biçim. Her hefte li nexweşxaneyê me. Krîza aborî jî bandorê li ser me dike. Ji ber van sedaman 7 sal in ez neçûme hevdîtina birayên xwe û nikarim wan bibînim.”    ‘DIXWAZIN MALBATAN Û GIRTIYAN JI HEV QUT BIKIN’    Aslan diyar kir ku sedema bingehîn a ku girtiyan dişînin girtîgehên bajarên dûr ew e ku têkiliya malbatê û girtiyan ji hev qut bikin û wiha got: “Bi vê yekê hem dixwazin îşkenceya derûnî li ser girtiyan bikin hem jî li ser malbatan bikin. Lê bila ew jî bizanibin, ew ê tu carî negihîjin mexseda xwe. Ne girtî û ne jî em malbat, em ê tu carî serê xwe netewînin.”    DU SÊ MEH IN AGAHÎ JI WAN NEGIRTIYE   Aslan da zanîn ku birayê wî Mahmût 3 meh berê ji Girtîgeha Balikesîrê sewqî Girtîgeha Bûrdûrê hatiye kirin û di hucreya yek kesî de tê ragirtin û birayê wî ji ber ku li ber lêgerîna tazî rabûye doza ku 7 sal jê re ceza tê xwestin hatiye vekirin.    Aslan destnîşan kir ku wî ji meha nîsanê ve piştî girtiyan dest bi çalakiya azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirine û hevdîtin û telefonê boykot dikin agahî ji birayên xwe negirtiye û piştî 4’ê Nîsanê Mahmût geriyaye ji wan re gotiye wî ji Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê kirine û ew jî ji bo vê agahiyê bide geriyaye.    'DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN’    Aslan banga “Bibin dengê girtiyan” li raya giştî kir û ji bo dawî li pêvajoya şer bê anîn muxatabê vê yekê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Aslan got: “Birêz Ocalan îradeya gelê kurd e. Bi peyamek wî herka dinyayê biguhere. Heta ku ev tecrîd berdewam bike ne em kurd û ne jî tirk wê nikaribin di nava jiyanek aştiyane de bijîn. Divê ev bêhiqûqî demildest bê bidawîkirin û Ocalan bigihîje azadiya xwe.”    MA / Mehmet Guleş