Li Stenbolê nobeda li dijî tayinkirina qeyûm: Mecbûr in vîna me esas bigirin 2024-06-11 09:07:31   STENBOL - Li Stenbolê kesên ku li dijî tayinkirina qeyûm tev li çalakiya nobedê bûn, destnîşan kirin ku desthilat mecbûr e vîna gel esas bigire û ji bo piştevaniyê bang li derdora muxalif kirin.    Bertekên ji bo girtina Hevşaredarê Colemêrgê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Siddik Akiş û li şûna wî tayînkirina qeyûm didomin. Çalakiyên nobedê yên li ber şaredariyên DEM Partiyê jî dewam dikin û her roj li gelek bajaran çalakiyên cuda tên lidarxistin. Çalakiyên li Qada Şîşhaneyê ya Stenbolê bi pêşengiya hêzên ked, aştî û demokrasiyê tên lidarxistin jî didomin. Xwepêşanderên ku tîşortên "Bicehime Qeyûm" li ser wan nivîsandî li xwe dikin, saet ji 19.00'ê êvarî heya 22.00'yê şevê çalakiyên xwe didomînin.    Ji beşdarên nobedê Hulye Guler (28) diyar kir ku desthilat bi tayînkirina qeyûman dixwaze vîna gelê kurd destesr bike û got: "Li Tirkiyeyê demokrasî pêk nayê. Dema mijar dibe kurd, şûr tên kişandin û bi polîtîkayên qetlîam û desteserkirinê hewl tê dayîn ku destkeftiyên me ji destê me bên standin. Êdî em ji qeyûman û girtinan natirsin. Ji ber vê yekê em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin û heta polîtîkaya qeyûm paş de gav neavêje em ê çalakiyên xwe bidomînin."    'MECBÛR IN VÎNA ME ESAS BIGIRIN'   Emîne Onal (57) jî anî ziman ku ew ê heta dawiyê li dijî desteserkirina vînê têbikoşin û got: "Berî hilbijartinê agahiya hemû namzetên ku beşdarî hilbijartinê bûne ji Lijneya Bilind a Hilbijartinê re tên şandin. Eger ceza hebe çima destûr dane? Piştî hilbijartinê nikarin bêjin 'cezayê şaredar heye' û qeyûm tayinî şûna wî bikin. Mecbûr in vîna me esas bigirin. Em dixwazin rojek berî rojekê dawî li vê bêhiqûqîtiyê bê."   Hevserokê Şaxa Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) a Stenbolê Alî Kiliçgedîk jî diyar kir ku polîtîkayên qeyûman Tirkiyeyê 100 sal paş ve biriye û got: "Ev qas bêhiqûqîtî jî nayê kirin. AKP ji gelê kurd re dibêje 'mafê we yê hilbijartinê nîne'. Ev pêkanîneke antîdemokratîk e. Li welatekî normal divê muxalefet daxwaza hilbijartinên pêşwext bike. Teqez divê em siyaseta qeyûmtiyê têk bibin û Colemêrgê dîsa bi dest bixin."    BANGAWAZÎ   Rêveberê Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) Mahsûm Kara jî diyar kir ku pirsgirêka qeyûm ne tenê pirsgirêka DEM Partiyê ye û got: "Pirsgirêka hemû partiyên muxalif û gelên Tirkiyeyê ye. Pêwîst e partiyên din jî piştgiriyê bidin vê meseleyê. Divê desthilata AKP-MHP'ê dest ji polîtîkayên dijminatiya kurdan berde û dest ji desteserkirina destkeftiyên gelê kurd berde."   Rêvebera Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Stenbolê Turkan Yavûz jî got: “Desthilatek nikare bi polîtîkayên qeyûman li ser pêyan bisekine. Desthilat hewl dide her kesê ku wekî wê nafikire tune bike. Îro dibe ku her yek ji me xwedî ramanên siyasî yên cuda bin. Lê tayînkirina qeyûman darbeya li vîna gel e. Ji bo vê jî her kesê ku dibêje ‘ez muxalefet im’ divê li dijî vê rabe."    MA / Esra Solîn Dal