Li dijî xespkirina îradeyê dê di 13’ê hezîranê de li Colemêrgê bin 2024-06-11 09:49:55   WAN - Hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Wanê diyar kirin ku dê bi awayekî girseyî tev li mitînga 13’ê hezîranê ya Colemêrgê bibin û wiha gotin: “Werin em bi hev re ji bo xwedîderketina li bajarên xwe li ber qeyûm bisekinin.”   Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş htae girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Berxwedana gel ali dijî tayînkirina qeyûm ddome. Dê bi pêşengtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 13’ê hezîranê de li Colemêrgê mitîng were lidarxistin. Mitîng dê bi dirûşma “Şaredarî yên gel in em ê rê nedin xespkirinê” li pêşiya Mizgefta Uluyê bê lidarxistin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Tifaqa Ked û Azadiyê, pêkhateyên DEM Partiyê û rêxistinên civaka sivîl dê tev li mitîngê bibin. Ji bo mitîgnê dê ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê jî gelek kes tev li bibin.    Ji bo tevlibûna mitîngê kolan bi kolan derî bi derî xebat tên meşandin. Her wiha hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Wanê jî banga tevlibûna mitîngê kirin.    BAL KIŞANDIN SER TÊKOŞÎNA HEVPAR   Hevserokê DBP’a Wanê Harun Okay anî ziman ku ji bo li dijî tayînkirina qeyûm mafên xwe yên protestoya demokratîk bi kar bînin dê biçin Colemêrgê û wiha got: “Em ê di roja pêncşemê saet di 08.00’ê de li pêşiya Çohaz Petrolê bên gel hev û ber bi Colemêrgê ve bikevin rê. Em dixwazin gel tev li mitîngê bibe. Qeyûm, xespkirina îradeyê ye û îradeya gelê kurd tune tê hesibandin. Em jî ji bo mezinkirina têkoşîna li dijî qeyûman dê li rex gelê Colemêrgê cih bigirin. Werin em bi hev re xwedî li şaredariyên xwe xwedî derkevin.”    ÎRADEYA GEL TUNE TÊ HESIBANDIN   Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî jî got ku ev 8 sal in bi polîtîkayên qeyûm re îradeya xelkê herêmê hedef tê girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Em vê polîtîkayê qebûl nakin. Di van 8 salan de qeyûman rê li ber nelirêtî, bêusulî, xizanî û talanê vekirin. Gelê me jî li dijî vê îradeyeke mezin nîşan da. Ne qanûnan nas dikin ne jî hiqûqê. Îktîdara AKP-MHP’ê îradeya gelê kurd tune dihesibîne. Gelê kurd tu caran serî li ber van polîtîkayan netewand û dê netewîne jî. Gelê me li her derê li dijî tayînkirina qeyûman bertekên xwe nîşan dide. Ji ber ku qeyûm êrişeke li dijî pêşeroj û hafizeya me ye. Ev rejîm li tu deverên cîhanê nayê qebûlkirin. Em jî dê bi tu awayî qebûl nekin.”    LI DIJÎ QEYÛM TÊKOŞÎNA MIL BI MIL   Dîlekçî, axaftina xwe wiha qedand: “Bi tayînkirina qeyûman nîşan dan ku tehemûla nûnerên gelê kurd nakin. Em jî dê li dijî vê rewşê bi awayekî girseyî tev li mitînga li dijî qeyûm bibin. Banga me ji bo tevahiya gelê me ev e; werin em bi hev re li dijî van kesên dixwazin pêşeroja me tune bikin bisekinin. Werin em bi hev re xwedî li bajar û îradeya xwe derkevin. Em bibin dengê xelkê Colemêrgê û mil bidin milên hev. Em ê ji qeyûm re bibêjin bisekine û divê em rê nedin wan.”