Tanrikûlû: Heke îktidar bi xwe bawer e bila sindoqan deyne 2024-06-11 09:55:59   AMED - Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrlikûlû nerazîbûn nîşanî israra AKP’ê ya tayînkirina qeyûman da û got: “Hem di siyasetê de bûye partiya duyemîn hem jî radibe polîtîkayên rageşiyê bi rê ve dibe. Heke îktidar bi xwe bawer e bila sindoqan deyne.”   Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû ji ajansa me re axivî û tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê nirxand.    Tanrikûlû diyar kir ku mafê kurdan ên li xwecihî ku xwe bi xwe bi rê ve bibin ji destê wan tê girtin û wiha got: “Heman rewş di hilbijartina giştî de jî tê berdewamkirin. Serokên giştî yên partiyên siyasî tên binçavkirin, tên girtin, cezayên giran li wan tên birîn. Partiyên siyasî bi dozên girtinê re rû bi rû ne. Gelek siyasetmedar jî neçar dimînin terka Tirkiyeyê bikin û diçin li sirgûnê dijîn. Nahêlin ku siyasetmedar rêveberiya xwecihî bi rê ve bibin. Dixwazin di siyaseta neteweyî de jî mafê siyasetê bi destê darazê û siyasetê ji holê rakin. Ev nabe demokrasî, xerabiya herî mezin li demokrasiyê dikin.”    Tanrikûlû anî ziman ku ji bilî darbeya leşkerî ya 1980’î tu hikumetê serî li rêbaza qeyûm nedaye û got: “Lê ev desthilatdar hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê wek ‘qenciya xwedê’ dît. Ji bo rejîma otokrasiye ava bike, bi rakirina parêzbendiya parlamenteran û pêvajoya qeyûman berdewam kir.”    'QEYÛMÊ WE DARBE YE, SÛC E’    Tanrikûlû destnîşan kir ku tayînkirina qeyûm desteserkirina îradeya gel, binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye û wiha berdewam kir: “Qeyûm darbeya li dijî îradeya gel e. Darbe tenê bi top, çek, balafir û leşkeran tê kirin. Heke hûn parlamenteriyê betal bikin û her tim qeyûman tayîn bikin, navê vê darbe ye. Tunehesibandina qanûna bingehîn e. Betalkirina qanûna bingehîn e. Ev sûcê li dijî qanûna bingehîn e.”    'HER KESÎ DIKIN ENDAMÊ RÊXISTINÊ’    Tanrikûlû bal kişand ser îdiaya “endamtiya rêxistinê” ya ku ji bo Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş bû hinceta jiwezîfedûrxistinê û wiha axivî: “Bi KHK’a di sala 2016’an de hat derxistin, mevzûata ‘teror’ û ‘alîkariya terorê’ kirin hikûm. Lê belê di mekanîzmaya daraza heyî ya Tirkiyeyê de dibe ku her kêlî her kesî bikin, ‘endamê rêxistinê’, dikarin wî ji alîkariya rêxistinê sûcdar bikin. Çimkî daraz ne serbixwe û bêteref e. Îtîrafkarekî dibînin, şahidek veşarî dibînin û der barê kesan de agahiyên derew û xelet dide. Gelo Selçûk Mizrakli ne di encama îtîrafên derewkarek, şahidek nepen de ji wezîfeyê nehat girtin û wî nedan girtin? Tiştên ku ew îtîrafkar digot, hemû derew bûn. Lê tevî vê yekê jî 6 sal ceza lê birîn. 5 sal in girtî ye. Lewma êdî kes ji van derew û lîstokên desthilatdariyê bawer nake.”    ‘ÎRADEYA KURDAN BÊQÎMET DIBÎNE’   Tanrikûlû diyar kir ku AKP îradeya kurdan bêqîmet dibîne û wiha got: “AKP dibêje, ‘rayên kurdan ji bo min ne binirx in’. Di 31’ê Adarê de li her cihê ku qeyûm lê hebû têk çûn. Heke ku qeyûmên we pirr serketî ne, lê gelo çima hûn bi ser neketin? Ji ber vê yekê di siyasetê de jî têk diçin. Tirkiye ji ber vê rewşa kaosê her tim winda dike. Ji bilî çekan rê li ber her lêgerîna çareseriyê digirin. Hûnê rabin li aliyekî siyasetmedarên wan bigirin û ceza bikin, li aliyekî hevşaredar du meh şûnve bigirin û dozek 10 sal berê bikin hincet û cezayê herî giran lê bibirin. Baş e gelo ku dera vê dibe edalet? Wê kurd vê komarê çawa wek a xwe bibînin? Mafê wan hilbijartinê tune ye, mafê wan bijartinê nîne. Heke bê hilbijartin jî hûn wan ji wezîfeyê digirin, an hûn wan digirn an jî ew neçar dimînin biçin sirgûnê. Gelo ka edaletek wiha dibe?”    BANGA DANÎNA SINDOQAN    Tanrikûlû da bal kişand ser nîqaşên hilbijartina pêşwext a piştî tayînkirina qeyûm ket rojevê û got: “Tirkiye nikare bi rêwşa heyî 4 salan bi vê rêveberiyê re biçse serî. Her tişt li Tirkiyeyê têkçûyî ye. Hem hûn di siyasetê de bûne partiya duyemîn hem jî gel destekê nedaye we lê hûn dîsa jî polîtîkaya herî bi rageşî bi rê ve dibin. Bi rastî jî heke desthilatdar bi xwe bawer e bila kerem bike sindoqan deyne.”    ‘EM ÊDÎ NIKARIN VAN ŞAŞIYAN QEBÛL BIKIN’   Tanrikûlû di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê ev piştevanî hin bêtir were nîşandan û were berfirehkirin. Em neçarin berfireh bikin. Ev polîtîkaya partiya me ye. Em li dijî siayseta qeyûm in. Em li dijî fikra tayînkirina qeyûm in. Di van 8 salên dawî de gelek şaşî hatin kirin lê ji niha şûn ve em qebûl nakin ku ev şaşî bên dubarekirin.”    MA / Bêrîvan Altan