Ji bo polîsên ku lêgerîna tazî ferzkiribûn daxwaza cezakirinê 2024-06-11 14:08:31   STENBOL - Têkildarî ferzkirina lêgerîna tazî ya li Mucella Yapici û keça wê yên di dema çalakiyên Geziyê de hatibûn binçavkirin hatibû kirin doz hatibû vekirin. Di danişîna dozê de derbarê 3 polîsan de ji sûcê “peywîra xwe nebaş kirine” ceza hate xwestin.    Yek ji berdevka Piştevaniya Taksîmê Mucella Yapici û keça wê Cansû Yapici di dema çalakiyên Geziyê de hatibûn binçavkirin û lêgerîna tazî li wan hatibû kirin. Li ser giliya ji ber sûcê “îşkenceyê” derbarê 3 polîsan de doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate lidarxistin.    Polîsê berê Levent Mûstafaoglû ku wê serdemê amire nezaretxaneyê bû û niha ji ber sûcekî din girtî ye bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Di danişînê de parêzerên aliyan jî amade bûn.    Dozger ê têkildarî esasê de mutalaya xwe pêşkeş kir, diyar kir ku polîsan li hemberî Yapici û keça  “Li dijî pêdiviyên lêgerîna ser mirovan tevgeriyan e” û bi lêv kir ku polîsan peywîra xwe nebaş kiriye. Dozger xwest ku 2 polîs ji sûcê “peywîra xwe nebaş kirine” ji 6 mehan heta 2 salan cuda cuda bi hefsê bên cezakirin.    Dozger, xwest ku bersûc Levent Mûstafaoglû yê wê demê amirê nezarete bû were beraetkirin.    Dadgehê daxwaza demê ya parêzerên gazinker û bersûcan a li dijî mutalaya dozger qebûl kir û danişîn taloqî 17’ê cotmehê kir.