Danişîna kameraman Akkaya hat taloqkirin 2024-06-11 14:09:24   AMED - Dadgehê biryara dewama girtina kameraman Remzî Akkaya da û danişînê taloqî 8’ê tîrmehê kir.    Kameraman Remzî Akkaya di çarçoveya lêpirsînek di sala 2014’an de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin, di 25’ê nîsana 2023’yan de hat girtin. Akkaya bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” girtî tê darizandin. Danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Parêzerên Akkaya, Diyar Çetedîr û HebûnAkkaya û parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê di danişînê de amade bûn. Malbata Akkaya û rojnamevan Abdurrahman Gok jî danişînê şopandin.      Parêzer Hebûn Akkaya û Diyar Çetedîr axivîn û îdiayên li ser miwekîlên xwe red kirin û xwestin were tehliyekirin.    Şandeya dadgehê, daxwazên parêzeran red kirin û biryara berdewamiya girtina Akkaya da û danişînek din taloqî 8’ê tîrmehê kir.