‘Divê nexweşên Nexweşxaneya Dewletê ya Îluhê neyên mexdûrkirin’ 2024-06-11 16:08:10   ÊLIH - Tenduristvanan têkildarî biryara hilweşandinê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Îluhê daxuyanî dan û xwestin ku nexweş û kedkarên tenduristiyê neyên mexdûrkirin.    Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Êlihê û Odeya Bijîşkan têkildarî biryara hilweşandinê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Îluhê ku di erdhejên 6’ê Sibatê yên navenda wan Mereşê de zirar gihiştibûyê, li avahiya şaxê daxuyanî dan.    Serokê Odeya Bijîşkan a Êlihê Sertaç Adiguzel bi bîr xist ku ji bo hilweşandina nexweşxaneyê biryar hatiye dayîn û wiha got: “Dê ev yek rê li ber mexdûriyetan veke. Ne tenê nexweş, dê kedkarên tenduristiyê jî mexdûr bibin. Ji ewil divê mafên aborî û reha bên parastin û wisa li deverên din bên belavkirin. Divê ev şandin jî li gorî pêdiviya saziyên tenduristiyê be, aîdiyeta wan neyê lêpirsîn, perwerdeya dîtin û dema xebata wan esas bê girtin û wisa bên belavkirin.”    Adiguzel, got ku divê tavilê nexweşxaneyeke baş were çêkirin û xizmeta tenduristiyê were dayîn. Adiguzel got ku heke nexweşxaneya heyî dîsa bikeve statûya “nexweşxaneya dewletê” dê ev yek gavekî erênî be.