Piştî hevdîtina Ozel-Erdogan MYK'ya CHP'ê civiya 2024-06-11 20:07:49   ENQERE - Piştî hevdîtina Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel û Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, MYK'ya CHP'ê civiya.    Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan, îro hevdîtin bi Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel re pêk anî. Hevdîtina li Navenda Giştî ya CHP'ê pêk hat de, saet û nîvekê dewam kir. Piştî civînê Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya CHP'Ê li hev civiya. Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel serokatiya civîna MYK'ê kir.   Tê payin ku Ozel têkildarî hevdîtinê endamên MYK'ê agahdar bike.