ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2024'AN 2024-06-12 09:00:08  * Welatiyên li Wanê ji bo mitînga ku wê sibê li dijî desteserkirina vînê li Colemêrgê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin û gotin: "Ger îro xwedî li Colemêrg neyê derketin, sibê wê qeyûm tayinî Wanê an jî bajarekî din jî bikin."  * Rêveberên DEM Partî ji bo mitînga dê li Qada Otogarê ya Colemêrgê bê lidarxistin bang kirin û gotin ku li dijî tunehesibandina vîna gelê Colemêrgê li Qada Otogarê dengê xwe bilind bikin.   * Tevî peymanên navneteweyî jî, li seranserê cîhanê her diçe hejmara zarokên tên xebitandin zêde dibe. Doç. Dr. Taner Akpinar anî ziman ku hem xebatên di asta navneteweyî hem jî yên di asta neteweyî de tenê li ser kaxezê hene.    * Dayik û bavê Denîz Poyraz a li avahiya HDP’a Îzmîrê hatibû qetilkirin, diyar kirin ku piştî kuştina keça wan têkoşîna aştî û edaletê wan li ser lingan digire û gotin: “Denîz û bi hezaran ên mîna wê nemirin, di dilê gelê kurd de dijîn.”   * Danişîna biryarê ya doza der barê kuştina Tahîr Elçî de dê li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. Piştî danişînê dê daxuyanî bê dayîn. (09.00) ZINDÎ   * "Meşa Demokrasiyê" ku ji navçeyên Colemêrgê hat destpêkirin û ber bi navendê ve didome dê di roja sêyemîn de berdewam bike. (11.00) ZINDÎ   * Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê dê têkildarî 12'ê Hezîranê Roja Têkoşîna bi Karkeriya Zarokan a Cîhanê re li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê bê lidarxistin. (11.00) ZINDÎ   * Karsazên li Amedê dê li dijî tayînkirna qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê li avahiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.30)    * Li gelek bajaran dê li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê çalakiyên protestoyê bên lidarxistin. (17.00-21.00)    * Akademiya Ma Musicê dê konsera fînalê ya 6'emîn Rojên Ma Musicê li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar bixe. (20.00)