'Li Tirkiyeyê ji her 5 zarokan yek jê weke karker tê xebitandin’ 2024-06-12 11:06:01 ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Îhsan Seylan da zanîn ku li Tirkiyeyê ji her 5 zarokan yek jê weke karker tê xebitandin û wiha got: “Zarok, ji ber çavbirçîtiya qezencê ya sermayeyê jiyana xwe ji dest didin.”    Hevberdevkê Komîsyona Zarokan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Îhsan Seylan, bi boneya 12’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê li navenda giştî daxuyanî da. Seylan, di serî de ji bo zarokê 11 salî Ahmet Dîren Turan Haskiro ku ji asansorê cihê kar kete xwarê jiyana xwe ji dest da û 2 zarokên weke karkerên demsalî dixebitiyan û jiyana xwe ji dest dayîn, sersaxî xwest. Seylan, got ku divê berpirsyar bên darizandin.     ‘ZAROK JI BER ÇAVBIRÇÎTIYA QEZENCÊ YA SERMAYEYÊ DIMIRIN’    Seylan, bi bîr xist ku “12’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê” 22 sal li pey xwe hişt û wiha got: “Li seranserî cîhanê û Tirkiyeyê ji bo pêşîlêgirtina karkeriya zarokan tevdîrên pêwîst nayên girtin. Ji Efrîqayê heta Asyaya Pasîfîkê, Amerîkaya Latîn û Rojhilata Navîn, bi milyonan zarok weke karker tên xebitandin, keda wan tê xwarin û ji ber çavbirçîtiya qezencê ya sermayeyê jiyana xwe ji dest didin.”    'LI TIRKIYEYÊ JI HER 5 ZAROKAN YEK JÊ KIRINE KARKER’    Bi domdarî Seylan da zanîn ku li gorî daneyên ILO’yê li seranserî cîhanê zêdetirî 160 milyon zarokên karker hene û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê hejmara zarokên karker roj bi roj zêdetir dibe. Her çend ku gelek guman li ser pêbaweriya TUÎK’ê hebin jî, li gorî daneyên wê li Tirkiyeyê zêdetirî 850 hezar karkerên zarok hene. Li gorî daneyên sendîkayan jî zêdetirî 2 milyon karkerên zarok hene û ev hejmar di demsala havînê de 4 milyonan derbas dike. Anku li Tirkiyeyê ji her 5 zarokan yek jê kirine karker. Ji zarokên kur jî ji her 3’yan yek jê karker e. Ev daneye tenê yên aydê zarokên temenê wan di navbera 15-17 salî de ye. Têkildarî zarokên di bin temenê 15 salî de nehatine parvekirin. Her wiha zarokên penaber jî ne di nava van îstatîstîkan de ne.”    ‘SEDEMA KARKERÊN ZAROK KAPÎTALÎZM E’    Seylan, got ku sedema karkerkirina zarokan kapîtalîzm e û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê karkerên zarok weke hêmayeke hilberînê li ser pêyan digire tên nirxandin. Yek ji welatên herî zêde bêtemînatî, kedxwarî û bêtevdîrî lê heye Tirkiye ye lê dîsa jî ev pirsgirêk nayê dîtin.    HER 6 ROJAN CAREKÊ KARKEREKÎ ZAROK JIYANA XWE JI DEST DIDE    Polîtîkayên îktîdarê rê li ber vedike ku zarok di karên xetere de, derveyî qeydan û li cihên bêtemînat bên xebitandin. Lewma hejmara zarokên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin roj bi roj zêde dibin. Îktîdara AKP’ê ji bo qezenca sermayedaran domdar be û çavbirçîtiya wan a qezencê domdar bike, serî li polîtîkaya necezakirinê dide. Ev jî rê li ber mirina zarokan vedike. Li gorî daneyên ÎSÎG’ê di nava 11 salan dawî de herî kêm 689 zarok dema dixebitîn mirin. Anku di her 6 rojan de zarokek dema dixebite jiyana xwe ji dest dide.”    ‘BI RÊYA MESEM’AN ZAROKAN DIXIN XIZMETA SERMAYEDARAN’    Seylan, anî ziman ku di sala 2012’an de pergala 4+4+4 di perwedeyê de ketiye meriyetê û wiha pê de çû: “Bi vê pergalê re sepanên berhoste û strajyerê ketine meriyetê. AKPê mafê perwerde û jiyanê yên zarokan tune hesiband û rê li ber karkerkirina zarokan vekir. Vê jî rê li ber kedxwariya zarokan û îstîsmarê vekir. Nêzî 2 milyona xwendekar li MESEM’an dimînin û ev zarok xistine xizmeta sermayedaran û tên xebitandin.”    GAVÊN DIVÊ BÊN AVÊTIN   Herî dawî jî Seylan gavên divê li dijî karkerên zarok were avêtin rêz kir;    “*Divê polîtîkaya perwerdeyê ya ku zarokan weke hêza erzan a kar dibîne û bingeha vê amade dike bên bidawîkirin.    *Têkildarî xizaniya zarokan û karkerkirina wan divê daneyên zanistî û jêbawer bi raya giştî re bên parvekirin.    *Li kes û saziyên zarokan didin xebitandin divê cezayên giran bên birîn.    *Ji bo pêşîlêgirtina xebitandina zarokan a derqanûnî hewceye tevdîr werin girtin, venêrînên bibandor hebin û mewzûat bikevin meriyetê.    *Hewceye tevahiya zarokan bi awayekî bêpere ji hêla tenduristiyê ve bên kontrolkirin. Derfetên bitendurist ên xwarin û vexwarinê jê re bên veqetandin. Divê mafê tenduristiyê yê zarokan neyê xespkirin.    *Ji bo azadiya zarokan dê têkoşîna me bidome.”