ÎHD: Divê qanûnên ku xebitandina zarokan qedexe dikin bên çêkirin 2024-06-12 15:08:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Mafên Mirovan a ÎHD’ê bal kişand ser zarokên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin û bang kir ku qanûnên xebitandina zarokan qedexe dikin bên çêkirin.    Komîsyona Mafên Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di çarçoveya 12’ê Hezîranê Roja Têkoşîna bi Karkeriya Zarokan re ya Cîhanê de daxuyanî dan û bang kir ku bêyî cihekarî divê demildest qanûnên xebitandina zarokan qedexe dikin bên çêkirin.    EDENE     Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa ÎHD’a Edeneyê têkildarî Roja Têkoşîna bi Karkeriya Zarokan re ya Cîhanê li avahiya komeleyê daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek parazvanên mafên mirovan tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser mirina Ahmet Dîrek Tûran Haskiro yê sûriyeyî yê duh di atolyeya tekstîlê de jiyana xwe ji dest da.    Nûnerê Sendîkaya Karkerên Çerm, Raçandin û Tekstîlê ya Yekgirtî (BÎRTEK-SEN) yê Edeneyê parêzer Tûgay Bek diyar kir ku xwediyê kar “Weke ku Haskiro di atolyeya tekstîlê de naxebite” zextê li karên din ên li atolyeyê dixebitin û malbata zarokê jiyana xwe ji dest da dike û bal kişand ku tê xwestin weke Haskiro ji bo serdana dayika xwe hatibe atolyeyê nîşan bidin û cînayetê veşêrin.   XWEDIYÊ KAR HEWL DIDE JI SÛC XELAS BIBE   Bek, destnîşan kir ku xwediyê kar bi zexta li malbat û xebatkaran hewl dide ji berpirsyartiyê xelas bibe û anî ziman ku divê dozgerî lêpirsînê berfireh bike, qeydên kamerayan ên beriya roja bûyerê lêkolîn bikin. Bek, da zanîn ku serî li dozgeriyê dane û gilî kirine û got: “Karkeriya zarokan hêj rastiya welatê me ye. Divê xwişk û birayên me yên karker ên din bêyî ku bitirsin ji bo ku edalet bi cih were divê ji dozger û çapemeniyê re rastiyê bêjin. Heke xwişk û birayên me yên karker bêdeng bibin em nikarin pêşiyê li van cînayetên kar bigirin.”    ‘LI EDENEYÊ 36 ZAROK MIRIN’    Pişt re li ser navê Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa ÎHD’a Edeneyê Belgîn Işik metna çapemeniyê xwend. Işikê daneyên Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karker (ÎSÎG) parve kirin. Li gorî daneyan 695 zarokan di sala 2023’yan û 5 mehên ewil ên di sala 2024’an de jiyana xwe ji dest dane û ji van 36 jê Edeneyê ne.    Işikê diyar kir ku li gorî daneyên ÎSÎG’ê 80 zarokên penaber di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Işikê banga hestiyariyê li rêxistinên sazî û dezgehên demokratîk ên netewî û navnetewî kir.    HATAY    Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa ÎHD’a Hatayê jî li ber konteynira xwe daxuyanî da. Di daxuyaniya ku gelek parazvanên mafên mirovan tev li bûn de, metna çapemeniyê endamê MYK’ê yê ÎHD’ê Servet Ustun Akbaba xwend. Akbaba bi lêv kir ku bajêr li herêma erdhejê ye û diyar kir ku ji ber pirsgirêkên aboriyê yên piştî karesatê zarok tev li kar hatine kirin.    ‘PIŞTÎ ERDHEJÊ KARKERIYA ZAROKAN ZÊDE BÛ’    Akbaba, diyar kir ku rewşa krîzên zêde ya li herêma erdhejê rîska karkeriya zarokan zêde kiriye, ev risk di heman demê de bingeha karkeriya zarokan a li sektorên cuda jî diafirîne û got: “Ji ber ku daxwaza karên bêsîgorte zêdebûye koma zarokan a di navbera 13-18’an de karên înşaetan dikin. Zarokên penaber di bicihanîna pêdivî û mafên xwe yên bingehîn de zehmetiyan dikişinin.”      Akbaba, ya got ku “Karkeriya zarokan ne neçariyeke, tercîheke. Karkeriya zarokan dikare were astengkirin” weke aktîvîstên mafên zarokan daxwazên xwe rêz kirin.