Dîmenên lêdanê yên melayê ‘sîxûr’ derketin holê 2024-06-12 15:51:09     ŞIRNEX - Dîmenên Îsa Îlhan ê li Silopiyayê di îxrackirina gelek meleyan de rol lîstiye yên têkildarî kêliyên ku li Qursa Qûranê li xwendekaran dide derketin holê.    Dîmenên ku mele Îsa Îlhan ê li Qursa Qûranê ya Hz. Omer a li bajaroka Tilqebîn a girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê xwendekaran derb dike derketin holê. Têkildarî bûyera di 10’ê cotmeha 2023’yan de pêk hatiye li ser hin hesabên medyaya dîjîtal dîmen hatin parvekirin. Hate zanîn ku walîtiyê piştî dîmenan Îsa Îlhan ê tundî li xwendekaran kiriye ji kar dûr xistiye û her wiha derbarê wî de lêpirsîn daye destpêkirin.    MELE ÎXBAR KIRIBÛN    Îsa Îlhan di nava kesên ku meleyen di sala 2016-2017’an li Silopiyayê hatin îxrackirin û derbarê wan de doz hate vekirin îxbar kirine de cih digirt.    Îlhan, derbarê meleyê bi navê Î.A. ku hatibû îxrackirin de wiha gotibû: “Bi axaftin û liv û tevgerên xwe bi awayekî aşkere nîşan dide ku alîgirê PKK’ê ye. Ji bo piştgiriya PKK’ê çalak e. Min bi xwe bihîst ku ji terorîstên jiyana xwe ji dest didan re digot şehîd. Min bihîst ku tev li aktîveteyên Newrozê yên şaredariyên nêzî PKK’ê bûye û tev li şînên terorîstan bûye.”   Îfadeyên ku Îlhan derbarê meleyên hatin îxrackirin de wiha bûn:     “Têkildarî H.T. de: Derbarê têkililiya wî ya bi PKK’ê re agahiyeke min nîne, lê min ji hemwelatiyên ku navên wan nizanim ve bihîst ku alîgirê PKK’ê ye.   Têkildarî A.D. de: Ji bo ku min bike endamê DÎVES’ê ya ku peywîrdarên olî yên sempatîzanên PKK’ê dibin endamên wê hate cem min, xwediyê feraseteke alîgirê PKK’ê ye. Herkes bi lêv dike ku ew bi PKK’ê re têkildar e. Bi kesên têkiliya wan bi PKK’ê re hene radibe û rûdine. Min ji hemwelatiyên ku wan bi xwe dîtin (Nayê bîrê ku kî ne) bihîst kut ev li aktîvîteyên Newrozê yên şaredariyan bûye.    Têkildarî S.T.: Bi PKK’ê re têkildar e û xiyanet li dewletê kir. Tev li cenazeyê PKK’iyan bû.”