Di doza kuştina Tahîr Elçî de polîsên bersûc hatin beraetkirin 2024-06-12 17:06:29 AMED - Danişîna 11’emîn ango biryarê ya doza Tahîr Elçî bi dawî bû. Şandeya dadgehê biryara beraeta 3 polîsên bersûc da.    Danişîna 11’emîn a doza Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li ber Minara Çarling a Sûra Amedê di 28’ê Mijdara 2015’an de hatibû kuştin, li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin.    Piştî parastinên hatin kirin, şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê der barê her sê polîsên bersûc de biryara beraetê da.    DOZA TAHIR ELÇΠ   Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28’ê mijdara 2015’an de dema li pêşiya Mînareya Çarling a li navçeya Sûrê ya Amedê daxuyanî dida hate qetilkirin. Lêpirsîna têkildarî cînayeta Elçî, ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hate meşandin û 4 sal û nîv piştre anku di 20’ê adara 2020’ê de hate temamkirin. Derheqê polîsên bi navên Sînan Tabur, Fûat Tan û Mesût Sevgî de ku di dema cînayetê li cihê bûyerê bûn û niha hêj li ser peywira xwe ne de bi sûcên “Bi qisûra zanebûn bûne sedema mirinê” doz hate vekirin. Ji bo bersûcê firarî Ugur Yakişir ku ji heman dosyayê tê darizandin jî bi îdiaya “Kuştina 2 polîsan û xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” doz hate vekirin.    Lêkolîna cihê bûyerê 5 meh piştre hate kirin. Ji ber ku gule nehate dîtin, teqez nebû bê ka gule ji kîjan çekê derketiye. Lê belê kamerayên li kolanê saniye bi saniye kêliyên qetilkirina Elçî qeyd kiribûn.    XWESTIN BÛYERÊ TÊXIN STÛYÊ PKK’Ê   Di danişîna dawî ya dozê de ku di 6’ê adarê de hat lidarxistin, gelek geşedan qewimîn. Şahidên ku di dema lêpirsînê de gotibûn; “Cînayeta Tahir Elçî ji hêla PKK’ê ve hatiye plankirin û guleya bûye sedema mirina wî jî ji hêla Mahsum Gurkan an jî Ugur Yakişir ve hatiye avêtin.” Lê belê van şahidan ev îfadeyên xwe di danişînê de red kirin. Şahid Recep Ozbek, wiha got: “Di dema cînayetê de ez di girtîgehê de bûm. Ji ber çendek liv û tevgeran min ji Mahsum Gurkan hez nekir. Min jî li ser wî îfade dan û got wî cînayet kiriye.”    Şahid Denîz Ataş jî ji Dadgeha Cezayên Giran a Boluyê bi rêya SEGBÎS’ê tev li dozê bû û got: “Dozger û polîsan ji min re gotin ku heke tu derheqê kuştina Elçî de îfadeyan bidî, em ê te berdin. Nexwe em ê te înfaz bikin. Ez jî tirsiyam. Min jê bawer kir. Ji min re gotin ‘tu dê îmze bikî.’ Min îfade nexwend û îmze kir. Ez nizanim Tahir Elçî kî ye û li ku ye. Min vîdeoya kêliya kuştna Tahir Elçî jî nekişandiye. Dixwazim biçim dadgehê û her tiştekî vebêjim.”    Lê belê şandeya dadgehê daxwazên parêzeran ên derheqê her du şahidan jî jinedîtî ve hat.    Şahid Denîz Ataş, di 17’ê tebaxa 2021’ê de ji Baroya Amedê re nameyek şand û got ku dema di 3’yê adara 2016’an de hatî binçavkirin, rastî îşkenceyên giran û miameleya xerab hatiye. Ataş, da zanîn ku dozger Kenan Karaca yê li Edliyeya Amedê peywirdar hatiye cihê wî û jê xwestiye ku di cînayeta Tahir Elçî de îfadeyên xwe li ser Mahsun Gurkan û Ugur Yakişir de bide û wan sûcdar bike. Ataş, ev agahî dabûn: “Dozger ji min re got; ‘netirse, ez li ser şeref û namûsa xwe soz didim ku dê te berdim. Ji me re bibe alîkar ku em vê bûyerê bixin stûyê PKK’ê. Heke parêzer hatin qala vê sihbetê neke. Nexwe dê serê parêzerê te jî biêşe. Tu dê qet nekarî xwe xelas bikî.’”    HÛRGILIYA DAVUTOGLÛ   Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê û serokwezîrê demê Ahmet Davutoglû di 12’ê îlona 2021’ê de hate serdana Amedê û got: “Tahir Elçî bû qurbanê suîqesteke siyasî ye.” Di gelek qonaxên dozê de parêzeran xwestin ku li Davutoglû were guhdarîkirin. Dadgehê, di 15’ê hezîrana 2022’yan de biryar da ku li Davutoglû were guhdarîkirin. Lê demekî kin piştre ji vê biryara xwe lêve bû.    Di tevahiya pêvajoya dozê de yek ji mijara herî zêde nîqaş li ser hatiye kirin jî, dîmenên kamerayên kargehan ên li kolana cînayet lê hatibû kirin bû ku hat îdiakirin “xerabe” ne. Di dosyaya cînayetê de delîla herî girîng bû hard dîsk a ku dîmenên kameraya dihat îdiakirin xerabe ye û dadgehê ji bo lêkolînê ji TUBÎTAK’ê re şandibû. Lê derket holê ku hard dîsk vala ye.    Parêzer, li ser gumana ku dîmenên behsa xeberê hatine tunekirin sekinîni. Têkildarî vê mijarê tu nîqaş nehatin kirin.    Kamerayên Şaxa PTT’ê ya Balikçilarbaşiyê jî cihê bûyerê didîtin lê dîmenên roja bûyerê nehatin peydakirin. Derket holê ku di dîmenên personelê Şaxa Foto Fîlmê kişandin de kêliya qetilkirina Elçî hebûn. Lê derket holê ku 12 saniyeyên van dîmenan ku dikariyan cînayetê ronî bikin, hatine jêbirin.    LÊKOLÎNKIRINA QEYDÊN KAMERAYÊ   Baroya Amedê, qeydên kamerayên ewlehiyê ji bo Forensic Architecture (Endezyariya Edlî) ya li Londonê re şand. Forensic Architecturetê têkildarî qetilkirina Elçî de raporeke teknîkî ya berfireh amade kir û ji çavkaniyên dîtbarî, deng û belgeyan sûd girt. Di raporê de hat destnîşankirin ku her sê polîsên cihê bûyerê gumanbarên herî mezin in.    Di raporê de hat gotin ku her sê polîs jî di xeta gulebaranê ya ber bi Elçî de ne û gelek caran gule berdane. Hat diyarkirin ku polîsek di xetekî wisa de ye ku bêyî astengî û yekser dikare Elçî hedef bigire.    DOZGER DAXWAZA BERAETÊ KIR   Dozgerê dozê di mutalaaya xwe ya 25’ê nîsanê de îdia kir ku Tahir Elçî ji hêla guleyeke nayê zanîn ji ku ve hatiye berdan hatiye kuştin û yek bi yek ji bo her sê polîsan daxwaza beraetê kir. Dozgerî, di danişîna îro de jî mutalaaya xwe dubare kir.