Rêveberê DEM Partiyê Avşar li edliyê hat derbkirin 2024-06-12 20:29:45   ÊLIH - Rêveberê DEM Partî yê Êlihê Bariş Avşar li edliyeyê hat derbkirin û binçavkirin.   Rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Êlihê Bariş Avşar yê ji bo piştgiriya Mehmet Teknal li edliyê bû, bê ku tu hincet were nîşandan ji aliyê polîsan ve hat derbkirin û binçavkirin.   Parêzerên ku bi hewara qîrîna Avşar ê ji aliyê polîsan ve li erdê ve dihat kaşkirin çûn, polîsan xwest êrişî wan jî bikin. Tevî ku hat îdiakirin ku der barê Avşar de biryara binçavkirinê heye jî, bêyî ku biryar bê nîşandan birin menzela polîsan a di hundirê edliyê de.