Çûyîna derveyî welat a hevşaredar Sîncar hate astengkirin 2024-06-13 09:58:17   AMED - Çûyîna Hevşaredara Peyasê Gulşen Sîncar a derveyî welat hate astengkirin û bi hinceta “şerha îdarî” dest danîn ser pasaporta wê.    Çûyîna derveyî welat a Hevşaredara Peyas a Amedê Gulşen Sîncar hate astengkirin. Sîncar xwest biçe serdana malbata xwe ya li Swîsreyê û ji bo vê jî çû Balafirgeha Stenbolê. Lê pasaporta Sîncar li vir hate desteserkirin.    Têkildarî desteserkirina pasaportê tu sedem bi Hevşaredar Sîncan re nehatin parvekirin. Di ewraqa hatiye dayîn de wiha hatiye gotin: “Hat tespîtkirin ku ji bo pasaporta behsa xeberê di 2’yê hezîrana 2024’an de qeyda biryara betalkirin/îdarî ya Enqere-NVÎ’yê heye. Her wiha di beşa vegotina agahiyan de qeyda şerhê ya ku derketina derveyî welat asteng dike heye.”    Hat zanîn ku derheqê Hevşaredar Sîncar de tu lêpirsîn yan jî doz tune ne.