Çalakvanên li dijî qeyûm ketibûn rê gihiştin Colemêrgê 2024-06-13 11:08:21   COLEMÊRG - Li Colemêrgê dê li dijî tayînkirina qeyûm mitîngeke mezin bê lidarxistin. Welatiyên ji bo mitîngê ji bajarên cuda ketibûn rê gihiştin Colemêrgê.    Di 3’yê hezîranê de li Şaredariya Colemêrgê qeyûm hate tayînkirin û li dijî tayînkirina qeyûm dê îro li qada otogarê ya li Taxa Tekserê mitîngeke mezin bê lidarxistin. Mitîng dê bi dirûşma “Şaredarî yên gel in, em ê destûr nedin bên xespkirin” bê lidarxistin. Gelek welatiyên ji bajarên cuda ji duh ve ji bo tevlibûna mitîngê ketibûn rê. Bi sedan welatiyên ji bajarên Îzmîr, Edene, Amed, Erzirom û Agiriyê ketin rê gihiştin bajar.    Welatiyên ji neçarî li cihekî dûr ê qada mitîngê paya bûn, li ber avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kom dibin.