‘Sîxûrtiya bandorê' ji paketa darazê hate derxistin 2024-06-13 11:57:10   ENQERE - Serokwekîlê Koma CHP’ê Mûrat Emîr diyar kir ku dê sererastkirina “Sîxûrtiya bandorê” di paketa darazê ya 9’emîn de cih negire.    Serokwekîlê Koma CHP’ê Mûrat Emîr da zanîn ku sererastkirina “Sîxûrtiya bandorê” ji paketa darazê ya 9’emîn hatiye derxistin ku ji hêla îktîdarê ve hatiye amadekirin. Emîr li Meclisê bi rojnamegeran re civiya û diyar kir ku li gorî agahiyan paketa darazê ya 9’emîn ji hêla MHP’ê ve hatiye amadekirin û geelk tiştên ew qebûl nakin tê de cih digirin. Emîr, “Sîxûrtiya bandorê” weke mînak nîşan da û got ku dê ev sererastkirin di paketê de cih negire.