Li Colemêrgê ji du baskan ve bi hezaran kes diherikin qada mitîngê 2024-06-13 14:31:04 COLEMÊRG - Bi hezaran kes li Colemêrgê li dijî xespkirina îradeyê ji du baskan ve ber bi qada mitîngê ve meş li dar xistin. Tevî rê virazî jî bû dayik zêdetirî 2 kîlometreyan meşiyan û xwe gihandin qada mitîngê.    Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tifaqa Ked û Azadiyê û pêkhateyên wê û Rêxistinên Sivîl ên Civakî li dijî desteserkirina vîna gelê Colemêrgê, bi dirûşma “Şaredarî yên gel in, em ê destûrê nedin desteserkirinê” tê lidarxistin. Mitîng, li Qada Otogarê ya li Taxa Tekserê tê lidarxistin.     Ji Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kes di saetên serê sibehê de bi otobûsan hatin Colemêrgê. Di ketina bajar de destûr nehat dayîn otobûs derbas bibin lewma welatiyan bi meşê xwe gihandin qada mitîngê. Welatî ji ewil çûn avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bajar. Bi sedan kesên li vir hatin ba hev, heta demekî dirêj govend gerandin. Her ku saeta mitîngê nêz bû, qelebalix jî zêdetir bû. Bi hezaran kesan bi dirûşmên “Colemêrg a me ye”, “Bijî berwxedana Colemêrgê" û “Bijî berxwedana zindanan” dest bi meşê kirin. Her ku meş domiya, girse jî mezintir bû. Welatiyên li derdorê jî tev li meşê bûn.    2 KÎLOMETREYAN MEŞIYAN     Her wiha dayik jî di nav de gelek kes ji Depînê heta Serêsola cihê qada mitîngê zêdetirî 2 kîlometreyan meşiyan. Dayik, ji hêla kesên li qadê bi çepik û tililiyan hatin pêşwazîkirin.    Meşa ji du baskan a ber bi qada mitîngê ve didome. Qada mitîngê tije bûye. Qada mitîngê bi alayan hatiye xemilandin û pankartên “Em ê tecrîdê bişikînin û qeyûman bişînin”, “Na ji xespê re na ji qeyûm re”, “Dest nede îradeya min şaredarî yên gel in” û “Qeyûm qeyûm e, em ê rê nedin xespkirinê” hatin daliqandin. Welatiyên ketin qadê govend gerandin.    KESÊN TEV LI MITÎNGÊ BÛN     Tê payîn ku Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Tûncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe, Hevserokên DEM Partiyê yên Colemêrgê Humeyra Armût û Kadîr Şahîn, Endama MYK’a Halkevleriyê Sevînç Hocaogûllari, Endamê MYK’ê yê EMEP'ê Orhan Kûrûl, Endamê MYK’ê yê Partiya Şoreşger Enes Ûgûr Tekîn, Endamê MYK'ê yê Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Hidir Yildirim, Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) Juliana Gozen, Berdevka Partiya Şoreşger a Sosyalîst (SODAP) û parlementera DEM Partiyê Kezîban Konûkçû, Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Feray Mertoglû, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Ahmet Asena, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş dê di mitîngê de biaxivin.