Akiş ji mitîngê re peyam şand: Em ê berxwedana xwe bidomînin 2024-06-13 16:57:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê girtî li dijî xespa vînê peyamek ji mitîngê re şand û wiha got: “Berdelê wê çi bibe bila bibe em ê berxwedana xwe bidomînin.”   Mitînga ku bi tevlibûna deh hezaran li dijî tayînkirina qeyûm a di 3’yê Hezîranê de ya li Şaredariya Colemêrgê hate kirin li bajêr tê lidarxistin didome. Di mitîngê de peyama Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê hate girtin û qeyûm tayînî şûna wî hate kirin hate xwendin. Akiş di peyama xwe de wiha got: “Gelê Colemêrgê yê birûmet, ji bo sekna we ya bibiryarî ya ji bo vîna we bi rêzdarî silav dikim. Berdelê wê çi bibe bila bibe em ê berxwedana xwe bidomînin.”