Hatîmogullari: Bila qeyûm demildest dest ji peywirê berde Bakirhan: Colemêrg em in, hebe hebe ew dagirker in 2024-06-13 20:24:01   COLEMÊRG - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku divê qeyûm demildest dest ji pewirê berdin û Tuncer Bakirhan jî got, "Colemêrg em in, hebe hebe ew dagirker in."   Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tûncer Bakirhan di mîtînga li Colemêrgê ya li dijî tayînkirina qeyûman de axivin.    Hatîmogûllariyê da zanîn ku ji roja ewil de li dijî qeyûman têdikoşin û wiha got: “Em ji roja ewil de berxwe didin. Em li dijî qeyûman li dijî kesên ku îradeya me dizîne berxwe didin. Em li dijî dijhiqûqiya Enqereyê berxwe didin. Erdogan bixwe îtîraf kir. Got ev ne qanûniye. Got me hiqûqa xwe pêk aniye. Gelê me berxwe dide. Gel li dijî qeyûman xwedî li îradeya xwe derdikeve. Gel vê darbeya siyasî qebûl nake.”   Hatîmogûllariyê her wiha daxuyakirin ku her tim bi êrîşa polîsan re tên rû hev û got: “Ev darbeyek siyasiye. Em vê qebûl nakin. Em şaredariyên xwe li her derê ji bo demokasî, mafê mirovan, pêşeroja welat, gelên Tirkiyeyê biparêzin.Em ê şaredariyên xwe bi gelê xwe re biparêzin. Em nav gelê xwe dene. Bijî wekheviya gelan bijî yekitiya gelan. Em ji bo kesên li dijî qeyûman têdikoşin spasiyên xwe dikin. Bila qeyûm demildest dest ji pewyirê berdin. Em ê bi piştevanî û berxwedanê biserkevin.”   Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî spasiya her kesên ku li dijî desteserkirina vînê hatin bajêr kir. Bakirhan diyar kir ku di rojên pêş de li dijî polîtîkayên faşîst ên desthilatdariyê wê li Tirkiyeyê û bi taybetî li Kurdistanê têkoşîneke mezintir û xurttir bimeşînin.    Bakirhan bi bîr xist ku Colemêrg bajarê jin, ciwan, kedkar û kurdan e û wiha got: “Colemêrg a me ye, em in, Colemêrg a me ye. Em Colemêrg in. Hebe hebe ew dagirker in. Erdogan dibêje, ‘Em li gorî hiqûqê tevdigerin’. Li Kurdistanê qanûnê li dijî kurdan pêk tînin. Lê ew qanûn zagona dijminatiyê ye. Ji bo ev qanûna dijminatiyê ya li vê erdnîgariyê bi dawî bibe em ê têbikoşin.”   Mîtîng piştî axaftinan bi dawî bû, bi hezaran kes bi berzkirina dirûşmeyan ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kirin.