ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2024'AN 2024-06-14 09:00:16   * Hevserokê KON-MED Almanyayê Kerem Gok diyar kir ku wê di 25'ê hezîranê de li ber CPT'yê bi daxwaza "Azadî ji Abdullah Ocalan re" daxuyaniyeke girseyî bidin û got: "Divê em li her qadê li dijî tecrîdê bitêkoşin."    * Derket holê ku qeyûmê ku 3 milyar û 53 milyon TL deyn xistiye stuyê Şaredariya Êlihê, bi faîzeke zêde kredî kişandiye.    * Hat diyarkirin ku girtiyên di Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de bi pirsgirêka ava germ û sewqa nexweşxaneyê re rû bi rû ne.    * Plana "veguherandina bajêr" a duyem a ku qeyûmên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo Taxa Peyasê amade kiribû ji aliyê dadgehê ve wekî li dijî rêziknameyê hat hesibandin.    * Parêzer Îbrahîm Cînbaş diyar kir ku Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş bi dosyeyeke tu tiştkî wê yê şênber tune ye hatiye girtin û got: "Dawiya vê bêhiqûqîtiyê tune ye. Ger deng neyê derxistin wê hilbijartin ji bo tevahiya Tirkiyeyê bêwate bibin."   * Endamên Koroya Denîz Poyraz diyar kirin ku ew ê Denîz Poyraz bi her zimanan jîndar bikin û gotin: “Em ê navê Denîz bi stranên xwe bidin olankirin.”    * Biraziya Tahîr Elçî, Dîlan Elçî bi lêv kir ku kujerên Tahîr Elçî ji aliyê dozgeriyê ve hatinê parastin û wiha got: “Dibêjin em hem dikujin hem jî vedişêrin. Ji bo me kurdan hiqûq pêk nayê em vê yekê baş dizanin.”    * Hate zanîn ku li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê li gelek girtiyan 11 roj cezayê hucreyê hatiye birîn.    * Li Şirnexê di nava 6 mehan de cara 20’emîn “herêma ewlehiya taybet” û qedexeya çalakî û xwepêşandanan hate ragihandin. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Şirnexê Haşîm Togurlu diyar kir ku walîtî li dijî qanûnan tevdigere.    * ÎHD, OHD, ÇHD û TÎHV ên şaxên wan li Îzmîrê hene dê têkildarî tacîza polîsan a li dijî jinên parêzvaniya mafê mirovan dikin li avahiya ÎHD'ê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)   * Çalakiyên nobedê yên li dijî tayînkirina qeyûmên ser Şaredariya Colemêrgê li ber avahiyên şaredariyên DEM Partiyê û li gelek bajarên din hatibûn destpêkirin dê berdewam bikin. (18.00-24.00)   * Li ber Şaredariya Akdenîzê wê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari beşdarî çalakiya "Şaredarî yên gel in, em ê destûrê nedin desteserkirinê" bibe. (19:00) ZINDÎ