Li Girtîgeha Şirnexê pirsgirêka ava germ û sewqa nexweşxaneyê 2024-06-14 09:01:44   ŞIRNEX - Hat diyarkirin ku girtiyên di Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de bi pirsgirêka ava germ û sewqa nexweşxaneyê re rû bi rû ne.    Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê girtiyên siyasî rastî binpêkirinên mafan tên. Girtî, pirgsirêkên xwe bi rêya parêzerên xwe re ragihandin. Ji girtiyan Ahmet Ustun ragihand ku li revîrê derxistina pêlavan li wan tê ferzkirin û ji ber ku qebûl nekiriye cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn û wî nabin nexweşxaneyê.    AVA GERM NADIN WAN   Ji girtiyên nexweş Yildirim Han, anî ziman ku xwarina girtîgehê xirab e û ava germ nayê berdan. Han got: "Bi tu awayî ava germ nayê dayîn. Gardiyan bi kêfî cezayê dîsîplînê li me dibirin. Em di bin tecrîdeke giran de ne. Em dixwazin dawî li van pêkanînan bê."    Ji girtiyan Ûgûr Temel jî destnîşan kir ku nameyên wan tên desteserkirin û got: "Her tim davêjin ser qawîşên me. Di avêtina ser qawîşê ya dawî de dest danîn ser rûyê balîfên me, sijdeya me û betaniyên me. Li girtîgehê pirgsirêka ava germ heye. Heftê tenê 2 saetan tê berdan. Ew jî roja în û sêşemê û em wan rojan tenê dikarin 20 deqey serê xwe bişon. Gardiyan pir bi ser me de tên. Dest datînin ser nameyên me û wan diqetînin. Em vî tiştî qebûl nakin."    Parêzer Fadil Tay jî anî ziman ku amûrên girtiyan tên desteserkirin û got: "Girtî bertekeke mezin nîşan didin. Lê li hemberî vê bertekê jî muameleyeke dijminatiyê heye. Di hevdîtina me de ragihandin ku amûrên wan û eşyayên wan ên taybet hatine desteserkirin. Li girtîgehê binpêkirineke mafan a mezin heye."