Partiyên siyasî yên li Sêrtê bertek nîşanî qeyûm dan: Neheqî ye 2024-06-14 10:17:46 SÊRT - Serokên CHP, Partiya Saadetê û Partiya DEVA’yê yên Sêrtê tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê weke “neheqî” nirxandin û xwestin ku îktîdar rêzê ji bo îradeya gel bigire.    Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji peywirê hate girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm didomin. Serokên Partiya Gel a Komarê (CHP), Partiya Saadetê û Partiya DEVA’yê yên Sêrtê diyar kirin ku tayînkirina qeyûman, xespkirina îradeyê ye.    Serokê Partiya DEVA’yê yê Sêrtê Umut Dayanan anî ziman ku tayînkirina qeyûman sepanekî dijdemokratîk e. Dayanan, diyar kir ku ew tu hêzan bi ser îradeya gel re nabînin. Dayanan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema Akiş ji bo namzetiyê serlêdan kirî tu derqanûntî tune bûn û namzetiya wî hate qebûlkirin. Ne pêkan e ku mirov vê tayînkirina qeyûm rewa bibîne. Em vê yekê weke xespkirina vîna gel dinirxînin. Di vê mijarê de sekna me zelal e. Em rêzê ji bo îradeya sindoqê digirin. Bi vê wesîleyê em tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê weke sepanekî dijdemokratîk dibînin. Heke ji şaredar ji peywirê were girtin jî divê meclisa şaredariyê şaredarê nû hilbijêre.”    'DIVÊ LI DIJÎ QEYÛMAN SEKNEK WERE RABERKIRIN’   Dayanan, destnîşan kir ku sepana tayînkirina qeyûman a li herêmê nayê qebûlkirin. Dayanan, wiha pê de çû: “Hukmên eşkere yên di qanûna şaredariyan de zelal in û divê tavilê vê sepanê bi dawî bikin. Ev sepan, binpêkirina peymanên navneteweyî ye ku Tirkiye jî aliyekê wan peymanan e. Bi vê sepanê bi awayekî sîstematîk vîna gelê herêmê tune tê hesibandin. Di her hilbijartinê de heman tiştan dikin û ev nayê qebûlkirin. Divê tevahiya rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û demokrat, li dijî vê sepana dijdemokratîk seknekî raber bikin. Divê li dijî vê zîhniyetê seknekî zelal bê nîşandan. Li gorî min divê helwestekî hevpar bê nîşandan.”    'HÛN NIKARIN WALÎ BIKIN ŞAREDAR’   Serokê CHP’ê yê Sêrtê Enver Guneş jî destnîşan kir ku ew li dijî tayînkirina qeyûman e û tayînkirina qeyûman biryarên siyasî ne. Guneş, wiha domand: “Hûn nikarin waliyê dewletê weke şaredar tayîn bikin. Kî vê dike? Divê endamên meclisa şaredariyê şaredarê nû hilbijêre. Ev hewldan, hewldanên dawî yên AKP’ê ne. Niha çavkaniyên wan ên rantê qut bûne. Hewl didin bi rêya qeyûman ji xwe re çavkaniyan çêbikin. Bi tayînkirina qeyûman re hewl didin li herêmê tirsê belav bikin. Lê ev tirs heta cihekî ye. Ev milet dê di hilbijartina din de qerta sor nîşanî îktîdarê bide. Neheqiya îro li te tê kirin dibe ku sibe li min jî bê klirin. Em bi tu awayî vê qebûl nakin. Em ê li dijî neheqiyê bisekinin.”    Serokê Partiya Saadetê yê Sêrtê Hamza Ozcan jî wiha bertek nîşan da: “Heke bibêjin ‘demokrasî heye, sindoq îradeya gel e’ wê demê çima van sepanên dijdemokratîk dikin. Tayînkirina qeyûm, encama pergala yekzilamî ye ku dixwaze welat bi tena serê xwe birêve bibe. Armanca din a tayînkirina qeyûman jî rant û bêusûlî ne. Dixwazin rêya vê vekin.”