Li Sêweregê şerê biçek: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn 2024-06-14 11:18:05   RIHA - Li navçeya Sêweregê di navbera du malbatan de şerê biçek derket. Di şer de kesekî jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.    Li bazara heywanan a li navçeya Sêwereg a Rihayê şerekî biçek derket û di encama şer de kesekî jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn. Hate îdiakirin ku şer di navbera du malbatên ku dijminê hev in de derketiye. Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê piştî mudaxileya ewil tespîrkirin ku F.Y. jiyana xwe ji dest daye. Hate zanîn ku têkiliya F.Y. yê jiyana xwe ji dest daye bi şer nîne û ji bo sewalekê bikire hatiye bazarê. Birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêweregê.    Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî bûyerê hatiye destpêkirin de kesê bi navê R.Ç. hate binçavkirin.