Bû 6 sal Emîne Şenyaşar hêj nekariye şîna xwe bigire! 2024-06-14 11:52:38   RIHA - Emîne Şenyaşar ku têkoşîna wê ya ji bo darizandina kujerên hevjîn û zarokên xwe ji bo kesên daxwaza edaletê dikin bûye sembol. Şenyaşar, ji bo danîna şîna hevjîn û zarokên xwe û girtina şîna wan ev 6 sal in li benda “edaletê” ye.    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî malbata Şenyaşar kirin. Bi ser êrişê re 6 sal derbas bûn. Ji bo hilbijartinên giştî yên 24’ê hezîrana 2018’an 10 roj mabûn ku AKP’î çûn serdana esnafên navçeyê. Di dema serdana dikana malbata Şenyaşar de di navbera AKP’iyan û Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar de nîqaş derket. AKP’iyan bi çov, kêr û çekan êrişî endamên malbatê kirin. Êriş, li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ku birîndar lê dihatin tedawîkirin jî berdewam kir. Di êrişa li dijî dikanê de kekê Yildiz, Mehmet Şah Yildiz bi guleyeke nehat zanîn kê berdaye ve birîndar bû û li nexweşxaneyê mir. Di vê navberê de xizmên Yildiz li ber çavên xebatkarên nexweşxaneyê êrişî birayên Şenyaşar kirin. Di êrişê de Celal û Adil Şenyaşar li ber çavên xebatkarên nexweşxaneyê hatin qetilkirin.      Bav Haci Esvet û dayik Emîne Şenyaşar dema ji rewşê agahdar bûn hatin nexweşxaneyê. Di ketina beşa lezgîn a nexweşxaneyê de xizmên Yildiz êrişî bav Şenyaşar kirin û li ber çavên hevjîna wî lînç kirin û qetil kirin.    DÎWARÊN BIXWÎN HATIN BOYAXKIRIN   Ferît û Mehmet Şenyaşar bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê û ji hêla xebatkarên nexweşxaneyê ve hatin revandin û xelaskirin. Ambulansa birîndar tê de bûn dema li baxçeyê nexweşxaneyê tekerên wê hatin teqandin û pacên wê hatin şikandin. Di dema lînç û mirinên li nexweşxaneyê de Waliyê Rihayê Abdullah Erîn, Qeymeqamê Pirsûsê Tarik Açikgoz û Wezîrê Çandinî û Sewalkariyê yê demê Eşref Fakibaba jî li baxçeyê nexweşxaneyê bûn. Tevî rayedarên dewletê û rewşa awarte ya ewlehiyê jî hat îdiakirin ku qeydên kamerayên li nexweşxaneyê hatine revandin. Bav Haci Esvet Şenyaşar li “qada zer” a nexweşxaneyê hate lînçkirin û xwîna wî ma bi dîwarên nexweşaxneyê ve. Piştre ev dîwar hate boyaxkirin.    FAIL ŞENYAŞAR DEMA HATÎ GIRTIN BIRÎNDAR BÛ    Fadil Şenyaşar ku bav û du birayên wî hatin qetilkirin, 3 roj piştî bûyerê li ser fermana dozgeriyê li Amedê dema dihat tedawîkirin ji nexweşxaneyê hate derxistin û binçavkirin. Şenyaşar dema anîn Edliyeya Rihayê, serê wî û qirika wî bi pateyan rapêçiyayî bû û bi vî awayî derxistin pêşberî dozger. Şenyaşar li wir hîn bû ku bav û du birayên wî hatine kuştin. Şenyaşar, hate girtin û birin Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Rihayê. Piştre jî sewqî Girtîgeha Xarpêtê htae kirin. Şenyaşar li vir nêzî 6 salan di hucreya yekkesî de hate ragirtin û du hefte berê sewqî Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Amedê hate kirin.    PÊVAJOYA DOZÊ   Li gel ku komkujiya li dijî malbata Şenyaşar di heman rojê de hatibû kirin jî dosyaya dozê weke dosyayên “kargehê” û “nexweşxaneyê” ji hev hatin cudakirin. Di dosyaya têkildarî kargehê de li Fadil Şenyaşar 37 sal û 9 meh, li Enver Yildiz jî 18 sal cezayê hefsê hate birîn. Biryara di 2’yê nîsana 2021’ê de li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hatibû dayîn, di 9’ê kanûna 2022’yan de ji hêla Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Dîlokê ve hate betalkirin.    Di encama lêpirsîna 4 sal û 4 mehan de biryara nepeniyê ya têkildarî dosyaya “nexweşxaneyê” hate rakirin û îdianame hate amadekirin. Di dosyayê de hat xwestin ku 19 bersûcên di dosyayê de ji ber qetilkirina Haci Esvet û Adil Şenyaşar û Ferît û Mehmet Şenyaşar jî ji ber birîndarkirinê bên cezakirin. Danişîna ewil a dozê di 17’ê çileya 2023’yan de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hat lidarxistin. Dadgehê di 1’ê sibatê de bi biryara xwe ya navberê re dosyayên “nexweşxane” û “kargehê” kir yek dosya û ji 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran re şand. Di 7’ê hezîrana 2024’an de jî danişîna 6’emîn a dozê hat lidarxistin. Şandeya dadgehê di danişînê de bi sedema “gumana xurt a sûc” biryar da ku rewşa girtî ya Fadil Şenyaşar û Enver Yildiz bidome û bi sedema “nekomkirina delîlan” biryar da ku rewşa girtî ya Celal Yildiz û Mîkaîl Şîmşek bidome. Dadgehê danişîna dozê taloqî 19’ê tîrmehê kir.    MALBATA ŞENYAŞAR TÊ DARIZANDIN!   Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, ji bo berdana Fadil Şenyaşar û darizandina faîlên komkujiyê û kesên çavên xwe li komkujiyê girtine, di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyaya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Bi du kesan dest bi nobetê kirin lê nobet di demekî kin de mezin bû û veguherî berxwedaneke bêhempa. Emîne Şenyaşar, ji bo kesên li edaletê digerin bû sembolek. Ji ber gotinên Emîne Şenyaşar ên di dema nobetê de, derheqê wê de bi îdiaya “heqaretê” 33 lêpirsînên cuda hatin vekirin û ji van 10 jê veguherîn dozan. Malbata Şenyaşar tevî zehmetiyên demsalî û tenduristiyan jî nobeta xwe bênavber domand. Endamên malbatê gelek caran bêyî hincetek were nîşandan hatin binçavkirin, pankartên wan hatin desteserkirin û cezayê pereyan lê hate birîn. Malbatê li Rihayê 846 rojan li ber xwe da û di 26’ê tîrmeha 2023’yan de jî çalakî veguhest Enqereyê. Çalakiya Nobeta Edaletê ya li pêşiya Wezareta Dadê di roja 134’emîn de (6’ê hezîrana 2024’an) ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên Şenyaşar, veguhestin mala wê ya li Pirsûsê.    BÎRANÎNA GIRSEYΠ   Bi ser komkujiyê re 6 sal derbas bûn. Ji ber ku di dozê de edalet pêk nehatiye, Emîne Şenyaşar hêj jî şîna xwe nedaniye û şîna xwe negirtiye. Tekane daxwaza Şenyaşar jî edalet e. Tevî her cureyên astengkirinan jî Emîne Şenyaşar Nobeta Edaletê domand. Bi nêzbûna salvegera komkujiyê re malbat amadekariya bîranîneke girseyî dike. Sibe saet di 14.00’ê de dê li Goristana Asrî ya Pirsûsê bîranîneke girseyî were lidarxistin. Tê payîn ku Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li bîranînê bibin.    MA / Emrûllah Acar