Rêxistinên hiqûqê: Mafê daraza adîlane êdî bûye gotegot 2024-06-14 15:35:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Hiqûqnasan têkildarî 14’ê Hezîranê Roja Mafê Darizandina Adîlane li Îzmîr û Enqereyê daxuyanî dan.    ÎZMÎR    Rêxistinên hiqûqê yên Îzmîrê destnîşan kirin ku mafê darizandina adîlane êdî di pirtûkan de bûye gotegot û wiha axivî: “Rêxistinên emniyet û darazê êdî li gorî pêdiviyên AKP’ê yên rojane tim ji nû ve tên sererastkirin.”   Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdemî (ÇHD), Şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yên Îzmîrê, Koma Parêzerên Hemdemî, Hiqûqnasên ji bo Edaletê, bi munasebeta Roja Mafê Darizandina Adîlane ya Navneteweyî daxuyanî dan.    Seroka Şaxa ÇHD’a Îzmîrê Dîlancan Ateş Tûrgal di daxuyaniya li avahiyê şaxa komeleyê hatiye dayîn de bi bîr xist ku parêzer û rêxistinên hiqûqê yên pîşeyî ku di cîhanê de zêdetirî 3 milyon parêzeran temsil dikin, bi ser bîranîna Ebrû Tîmtîkê sala 2021’an Roja Mafê Darizandina Adîlane îlan kirin. Tûrgal da zanîn ku 14’ê hezîranê di heman demê de rojbûna Ebrû Tîmtîkê ye û ev tişt gotin: “Her sal ji bo vê rojê welatek tê diyarkirin û li vî welatî bi ser mafê darizandina adîlane riyên çareseriyê tên nîqaşkirin, konferans tê lidarxistin. Di dawiya konferansê bi ser navê Ebrû Tîmtîkê têkildarî mafê darizandina adîlane ‘Xelata Ebrû Tîmtîkê’ ji sazî an jî parêzeran re tê dayîn. Komara Filîpînê îsal wek navend hate diyarkirin û dê li bajarê Manilayê konferasek  online tê lidarxistin.     BIRYARA TAHÎR ELÇÎ   Tûrgal da zanîn ku mafê darizandina adîlane êdî di pirtûkan de bûye gotegot û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêj duh derbarê sê bersûcên ji ber doza Tahîr Elçî dihatin darizandin de biryara beraetê hate dayîn. Ev biryar di hêla bîra me ya civakî û raya giştî ya demokratîk de tune tê qebûlkirin. Me bi hev re şahidî kir ku faîlên Tahîr Elçî bi bêcezahiştinê hatin xelatkirin.”    EDALET NÎN E   Di dawiya axaftina xwe de Tûrgal anî ziman ku di qesrên edliyeyê de edalet nemaye û wiha pê de çû: “Êdî tu baweriya gel jî ji edaletê re nemaye. Derbarê hezaran kesan de kaxizên ku ji wan re nayê gotin ku îdianme ne, hevoka ‘terorê’ dixin tê de û hezaran kesan didarizînin. Mafê darizandina adîlane ji holê radikin. Bi hinceta heqareta serokkomar mirov tên girtin, tundiya li dijî jinê bi bêcezahiştinê tê xelatkirin. Yên bertilê didin tên berdan, yên dirûşman berz dikin tên girtin. Rêxistinên emniyet û darazê li gorî pêdiviyên AKP’ê her roj ji nû ve tên sererastkirin. Biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) nayên sepandin, endamên AYM’ê tim hedef tên nîşandan.”    ENQERE   Şaxa OHD’a Enqereyê û gelek rêxistinên hiqûqê têkildarî Roja Mafê Darizandina Adîlane li pêşiya Edliyeya Enqereyê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniyê de pankarta “Darizandina adîlane maf e. Ebrû Tîmtîk nemir e” hate vekirin.    Endama ÇHD’ê Nergîz Gornaz bi ser wate û girîngiya rojê sekinî û bi bîr xist ku roja mirina Ebrû Tîmtîkê bi biryara hevpar a rêxistinên hiqûqê yên neteweyî û navneteweyî wek Roja Mafê Darizandina Adîlane ya Navneteweyî hatiye îlankirin. Gornaz da zanîn ku mijara darizandina adîlane veguheriye krîzekê. Gornaz ji bo mînakê jî darizandinên Kobanê, Geziyê, qeyûman û gelek dozên din wek mînak nîşan da.    Gornaz diyar kir ku êdî li Tirkiyeyê êdî hiqûq nayê sepandin û wiha got: “Gelek îdiayên ku gotina terorê xistine navê de kaxizên jê re wek îdiane jî nayê gotin hezaran kes tên darizandin. Dema gotina terorê derbas dibe mafê darizandina adîlane ji holê tê rakirin.”   BANGA TBB Û BAROYAN   Gornaz bertek nîşanî biryara beraetê ya derbarê polîsên têkildarî qetilkirina Tahîr Elçî da û wiha derbirî: “Biryara beraetê ya derbarê polîsan de hatiye dayîn ji hêla gelê kurd û raya demokratîk de wekî tune ye. Roja Mafê Darizandina Adîlane lewma divê li welatê me bi dengekî bilindtir were ziman. Divê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê vê rojê bi dengekî bilindtir bînin ziman, têkoşîna Ebrûyê ya darizandina adîlane bidomîne. Îro Ebrû Tîmtîk di têkoşîna mafê darizandina adîlane de dijî.”   Daxuyanî bi berzkirina diruşma “Ebrû Tîmtîk nemir e” bi dawî bû.