Derbarê girtiyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de lêpirsîn hat destpêkirin 2024-06-14 16:42:04   STENBOL - ÇHD’ê destnîşan kir ku derbarê kesên ji ber pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatine girtin û di Girtîgeha Marmarayê tên ragirtin de lêpirsîna dîsiplînê hatiye destpêkirin, mafên wan ên werzîş û suhbetê hatiye astengkirin.    Komeleya Hiqûqnasên Hemdemî (ÇHD) têkildarî pirsgirêkên li Girtîgeha Marmarayê tên jiyîn daxuyanî da. ÇHD’ê bi ser hesaba xwe ya medya dijîtal anî ziman ku mafê girtiyan ê bi şertê mehekî ragirtinê yên werzîş û suhbetê tên astengkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber girtî diruşm berz kirine derbarê wan de ji yekê zêdetir lêpirsîn hatine destpêkirin û wiha hat gotin: “Di lêpirsînên hatine destpêkirin de xwestine îfadeyên girtiyan bi awayekî bêhiqûqî bigirin. Îdare xwestiye îfadeyên girtiyan ne di yekîneya îdareyê de, pişt deriyên qawişên ku lê tên ragirtin bigirin. Bi ser neqebûlkirina girtiyan parastinên girtiyan nehatine girtin.”     Da daxuyaniyê de hat diyarkirin ÇHD dê bibe şopdarê pêvajoyê.