DEM Partiyê qurbaniyên suryanî bi bîr anî 2024-06-15 12:20:31   ENQERE - DEM Partiyê banga rûbirûbûna qirkirinê sûryaniyan kir û got: "Em di 109’emîn salvegera Qirkirina Seyfoyê de êşa gelê suryanî parve dikin."   Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê têkildarî Qirkirina Suryaniyan daxuyaniyeke nivîskî weşand û di daxuyaniya xwe de got: "Serdema qetilkirina beşeke mezin ê gelê suryanî ku yek ji gelên qedîm ê Mezopotamyayê ye, bi navê ‘Seyfo’ (şûr) tê bibîranîn. Her wiha 15’ê Hezîrana 1915’an weke destpêka qirkirina gelê Suryanî tê qebûlkirin."   Di daxuyaniyê de ev yek jî hatin gotin:   "Di destpêka sedsala 20’an de zêdetirî 500 hezar suryanî li ser van xakan hebûn û di encama qirkirin û koçberiyên bi zorê yên ku di sala 1915’an de destpê kirin û heya sala 1924’an berdewam kirin de piraniya nifûsa gelê suryanî hate tunekirin.   Piştre li gel zext û polîtîkayên bişaftinê ziman, nasname û çanda gelê suryanî bi tunebûnê re rû bi rû ma.   Ji ber van zextan gelek nifûsa suryaniyan neçar man ku berê xwe bidin derveyî welat û di serdema me de nifûsa suryaniyan a li Tirkiyeyê heya 20 hezarî daketiye.   Em ji mînakên li seranserê cîhanê dizanin ku şermezarkirina sûcên li dijî mirovahiyê û rûbirûbûna heqîqetê, di warê avakirina aştiya civakê û dabînkirina edaletê de girîngtirîn pêngav in. Hêvî bendewariyên gelê suryanî jî pêkhatina rûbirûbûneke jidil e.   Em weke Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê dubare daxwaza gelê suryanî ya rûbirûbûna Qirkirina Seyfoyê bi bîr dixin.   Em di 109’emîn salvegera Qirkirina Seyfoyê de êşa gelê suryanî parve dikin û kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî  bi rêzdarî bi bîr tînin."