DEM Partî: Şaredarê Awiskê îxanetê li gel kir 2024-06-15 15:13:24   NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê têkildarî Şaredarê Bajaroka Awîskê ku ji partiya xwe îstîfa kir daxuyanî da û got: “Şaredarê Awiskê Halil Îbrahim Karabulut îxanetê li gel kir.”    DEM Partiyê, têkildarî îstîfaya Hevşaredarê  Bajaroka Awistê ya Qubîna Êlihê Halil İbrahim Karabulut daxuyanî da. DEM Partiyê anî ziman ku wan beriya hilbijartina 31’ê Adara 2024’an li zêdeyî 90 navendî pêşhilbijartin pêk anîn û wiha got: “Li bajaroka  Awîskê jî pêşhilbijartin pêk hat. Partiya me li bajaroka Awiskê li ser pergala pêşhilbijartinê  namzetên xwe diyar kirin. Di pêşhilbijartinê de Celile Yildiz û Halil İbrahim Karabulut hatin hilbijartin. Di hilbijartina 31’ê Adarê de jî herdu namzet hatin hilbijartin û bi dengê %58,98’an bûn Hevşaredar. Gelê Awistê vîna xwe teslîmî DEM Partiyê kir. Lê Hevşaredarê Awiskê Halîl Îbrahim Karabulut ku hefteya borî aşkere kir ku îstîfa kiriye. Partiya me ji bo wî dîsa qezenc bike, gelek hevdîtin kir. Lê hevdîtinan encam negirt. Halil İbrahim Karabulut li ser gefên îktîdarê bi bin ketiye. Şexsê navborî Karabulut, bi îstîfaya xwe îxanet bi gel re kiriye."