Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korssakoffê bang 2024-06-15 15:34:58   STENBOL - Di “Rûniştina F” ya hefteya 638’emîn de ji bo girtiyê nexweşê ê giran Kemal Ozelmali were berdan beng hate kirin.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê 638’emîn çalakiya xwe ya heftane a “Rûniştina F” yê li pêşiya avahiyê komeleyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş ê giran Kemal Ozelmali ê di Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê de tê ragirtin. Di çalakiyê de pankarta “Bila Kemal Ozelmali were berdan” hate vekirin û gelek caran diruşmên “Bila girtiyên nexweş werin berdan” û “Bila Kemal Ozelmali were berdan” hatin berzkirin.    Sekretera şaxa ÎHD’a Stenbolê Oya Ersoy xwen. Ersoy bi bîr xist ku Ozelmali nexweşê Wernicke Korsakoff (WK) ye û da zanîn ku nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe çareser bike û ev tişt gotin: “Nexweşiyên sendroma Wernicke Korsakoff, ji bîr kirin, zerik, kêmbûna gurçikan, prostat, made, di mejî de biçûkbûn, dîtin û bihîstînê de kêmbûn hene; ji ber platîna di lingê wî de nikare rehet tevbigere, bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe çareser bike.”    REWŞA WÎ XIRABTIR DIBE   Ersoy da zanîn ku derbarê Ozelmali de berî niha Saziya Tipa Edlî jê re rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” amade kiriye û wiha got: “Lê belê ji ber kontrolên xwe yên tenduristî 2 rojan derbas kir di sala 2002’yan de careke din hat girtin û wî xistin girtîgehê. Piştî hate girtin rewşa wî xirabtir bû, û daxwaza wî ya taloqkirina înfazê nehate qebûlkirin.”    POŞMANTIYÊ RED KIR   Ersoy nameya birayê Ozelmali ya piştî biryara girtinê ji komeleya wan re şandiye de ev agahî parve kirin: “Dema bi şert wî berdan zextên giran lê kirin. Diviya ji bo kontrolê biçûya Hacettepeyê. Tevî dayika min a rehmetkirî 2 rojan bi derengî çûn kontrola tenduristiyê. Ji ber vê yekê înfaza wî şewitandin. Rewşa Kemal qet ne baş e. Jê re dibêjin ‘Poşman bibe, em te berdin’. Kemal jî ji wan re dibêje, ‘Tiştekî ku ez pê poşman bibim min nekiriye’. Bila dermankirina girtiyekî ku bi salan e nexweş e asteng nekin. Ez naxwazim cenazeyê birayê min di darbestê bigirim.”     Ersoy herî dawî banga berdana Ozelmali kir. Çalakî bi çepik û berzkirina dirûşman bi dawî bû.