Li goristanên texrîbkirî serdana cejnê hate kirin 2024-06-15 16:25:28   AMED - Serdana cejnê ya goristana navçeya Licê ku ji hêla leşkeran ve hatibû texrîbkirin, hate kirin.   Malbat bi munasebeta Cejna Qurbanê diçin serdana xizmên xwe yên di dîrokên cuda de di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane kirin. Serdana goristanên Çemê Alika û Sîsê hate kirin û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ceylan Akça û gelek rêveber û partiyiyên DEM Partiyê û kes tev li serdanê bûn. Malbat kevirên texrîbkirî ên xizmên xwe maçî kirin û wan bi bîr anîn.    Malbatan di kêliyên serdanê de ji leşkerên li dor wan sekinîbûn re wiha gotin: “Ev lehengên me ji bo me, canê xwe feda kirine û li ber xwe dane. Ew lehengên me ne û dê tu kes nikaribe hevdîtina me ya bi wan re asteng bike. Demildest ji goristanên me bicehnimin. Hûn nikarin têkevin nav goristanên me.”   Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz jî wiha axivî: “Dê doz, armanc û rastiya wan berdewam bike. Me tu carî di vê têkoşînê de paş de gav neavêt û em ê jê paş nemînin.”   Komeleya Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxaran (EGE TUHAYDER) Dayikên Aştiy, TJA, DBP, DEM Partî serdana Goristana Çemê Alika kir. Girsê li goristanê dia xwend û kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatîn bîranîn. Piştî xwendina diayan girsê tevî astengiyan jî li vir daxuyanî da. Hevserokê MEBYA -DER'ê Mehmet Emîn Kılıç axivî û bi lêv kir ku ew yên ku di rê ya azadiyê de jiyana xwe ji dest danê bi rêzdarî bi bîr tînin. Piştrê jî girsê tevî astengî û gefên mûdaxaleyê deqîqeyeke rêz girtin û dirûşmeyên, "Şehîd namirin" berz kirin.   LI PÎRANÊ ASTENGÎ   Polîsan serdana Goristana Pîrejmanê ya navçeya Pîranê bi hinceta biryara qeymeqamtiyê asteng kirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalat Kaya diyar kir ku ew ê derbarê astengkirinê de giliyê bikin û ev tişt gotin: “Em vê nêzîkatiyê bi tu awayî qebûl nekin. Em li dijî vê yekê têkoşîna xwe bidomînin.”     Kaya axaftina xwe wiha domand: “Bi qasî ku birêz Abdullah Ocalan azad nebe, bi qasî ku ev polîtîkayên tecrîdê bi dawî nebin dê li Tirkiye û Rojhilata Navîn pakanîna aştiyê pêkan nebe. Mixabin êrişên li dijî goristanên me hêj jî didomin. Ev yek encamekî polîtîkayên tecrîdê ye. Em li hember têkoşîna wan bejna xwe bi rêzdarî ditewînin.”