Ji bo girtiyê nexweş ê 32 sal in tê ragirtin daxwaza azadiyê 2024-06-15 16:42:01   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Salîh Gun û xwest înfaza Gun were taloqkirin.    Endamên Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadiyê ji bo balê bikêşin ser rewşa girtiyên nexweş di 510’emîn hefteya çalakiya xwe de li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin ba hev. Rêveber û endamên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) a Enqereyê tev li daxuyaniyê bûn.    Endama Lijneye Rêveber a Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen di daxuyaniyê de bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyê nexweş Salîh Gun ê 62 salî yê di Girtîgeha Hejmar 2 a Ewlehiya Bilind a Sîncanê de tê ragirtin.    GELEK NEXWEŞIYÊN WÎ HENE   Çevîrmen anî ziman ku Salîh Gun di pêvajoya girtîgehê de bi gelek nexweşiyan ketiye û da zanîn ku ji ber pirsgirêka dil Gun anjiyo bûye. Çevîrmen diyar kir ku guhê rastê yên Gun ji sedî 70-80 kêm dibihîse, divê ji ber fitiqa piştê û stûyê xwe emeliyat be û ev tişt gotin: “Demekî dirêj e di çokên wî de romatîzma heye, çûye bijîşk, derman stendine lê ji ber bandora dermanan derbas bûye êş û azarên wî dîsa dest pê kirine. Pirsgirêka gurçikan û riya avdestê heye. Salek berê şekir dest pê kiriye û Gun bi diyetê xwarinê dixwe.”   MAFÊN WÎ YÊ DERMANKIRINÊ TÊ ASTENGKIRIN    Çevîrmen anî ziman ku bi awayekî rêk û pêk mafê dermankirinê yê Gun tê astengkirin û wiha pê de çû: “Bijîşkan li gorî nexweşiyên wî jê re alav û amûr nivîsandine, ji bo ku werzîşê bike pêdiviyên wî berçav girtine. Lê belê Lijneya Îdare û Çavdêriyê vê yekê qebûl nake, alavên bijîşkan jê re nivîsandine nayên dayîn û wî sewqî saziyekî bilindtir tenduristiyê kirine.    Çevîrmen xwest pêvajoyên raporê yên Gun werin meşandin û Gun were berdan.