Nobeda li dijî qeyûm: Gel pirsgirêkên xwe anîn ziman 2024-06-15 22:33:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên nobedê de yên li dijî xespkirina vînê ya li Colemêrgê, welatiyên hatin ber şaredariyê pirsgirêkên we gotin û doza çareseriyê kirin.    Çalakiyên nobedê yên piştî qeyûm tayinî Şaredariya Colemêrgê hat kirin hatin destpêkirin, didomin.    ÊLIH   Çalakiya li Êlihê di roja 12'an de hat domandin. Rêveberiyên DEM Partî û DBP'ê yên bajêr û navçeyan, aktivîstên TJA'yê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên bajêr jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de tim dirûşmeyên li dijî tayinkirina qyeûm atin berzkirin û kilam hatin gotin.      AMED   Çalakiyên li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û 13 şaredariyên navçeyan hatin destpêkirin di roja 12'an de didomin.    Endamên Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê serdana nobeda li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin. Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn endamên platformê pêşwazî kir. Li ser navê endamên platformê Serokê Baroya Amedê Nahit Eren axivî. Eren destnîşan kir ku ew ê tim li dijî pergala qeyûmtiyê bisekin.    Her wiha şêniyên Taxa Ferîtkoşk û Fîskayayê jî hatin ber şaredariyê û pirsgirêkên xwe yên di warê kelmêşan û avê de bilêv kirin û doza çareseriyê kirin. Hevşaredar Dogan Hatûn jî destnîşan kir ku ew ê di nêz de pirsgirêka avê çareser bikin.