Rojnameger Merwan: Tecrîd, kuçeyeke ku dawiya kendal e 2024-06-16 09:04:44   AMED - Rojnamevan Cahît Merwan bi lêv kir ku tecrîda Îmraliyê wekî krîzeke piralî bandorê li Tirkiyeyê dike û got: "Tecrîda Îmraliyê û şerê li dijî kurdan, kuçeyeke ku dawiya kendal e."    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin, ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve ne bi parêzeran û ne jî bi malbata xwe re nikare hevdîtinê bike. Çalakiyên di asta cîhanê de ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê û azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan tên lidarxistin, didomin.    Rojnameger Cahît Merwan, bandora tecrîda li Îmraliyê û israra desthilatê ya di vê polîtîkayê de nirxandin.   Cahît Merwan   Merwan anî ziman ku piştî xwepêşandanên li dijî êrişên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê dest pê kirin, Enqere bi xaçerêyekê re rû bi rû maye û got: "Ya wê hem li hundir hem jî li derve li ser esasê aştiyeke nû, wekhev û adil bi Kurdan re li hev bikira yan jî wê vegeriya kodên xwe yên damezrîner ên tekparêz." Merwan anî ziman ku AKP'ê bi "Plana Çokşikandinê" rêya duyemîn hilbijartiye û got: "AKP, li hemberî kurdan ber bi êrişeke topyekûn çû. Cihê ewil ê vê êrişê jî Îmralî bû. Di 5'ê Nîsana 2015'an de li Îmraliyê tecrîda mutleq pêk anî. Ji ber ku dest ji vê konseptê bernedan, niha tecrîdê kûrtir dikin û didomînin."    Merwan diyar kir ku polîtîkaya tecrîda li Îmraliyê pirsgirêkên wekî krîza aborî, siyasî û têkçûna civakî li Tirkiyeyê vegeriyaye û got: "Eger Tirkiye maseya ku bi birêz Abdullah Ocalan re li Îmraliyê ava kiribû hilneweşandana û pêvajoya çareseriyê hilneweşiyaye, îro Tirkiye wê hem di warê aborî hem jî di warê parametreyên demokrasiyê de li cihekî pir baş bûya."    Mervan diyar kir ku berdewamkirina tecrîdê dê Tirkiyeyê ber bi karesatên mezin û krîzên kûr û tew ber bi şerê navxweyî û pevçûnan ve bibe. Merwan got: "Tecrîda Îmraliyê û şerê li dijş kurdan, kuçeyeke ku dawiya kendal e."    Mervan destnîşan kir ku piştevaniyeke li seranserê cîhanê dikare tecrîda li ser Abdullah Ocalan rake û got: "Birêz Ocalan, di sedsala 21'ê de navnîşana nû ya wijdanê gerdûnî yeç Ev pir girîng e. Lewma, ji her wextê bêtir şert û mercên xurtkirina piştevaniya gerdûnî hene. Kampanyaya gerdûnî ya ku di 10'ê Cotmeha 2023'yan de dest pê kir, nîşan da ku ev pêkan e. Wê mayindebûn û berfirehkirina vê bibe sedem ku helwesta hêzên di komploya navdewletî de cih girtine biguhere."    MA / Delal Akyuz