Aktar: Dadgehê rola xwe lîst Bati: Di cînayetên polîtîk de necezakirin bû kevneşopiyek 2024-06-16 09:54:36   AMED - Yek ji parêzerên Tahîr Elçî Mehmet Emîn Aktar, anî ziman ku dadgeha biryara beraetê da ne di bin zextê de ye û rola xwe lîstiye. Serokê Weqfa Tahîr Elçî Mahsûm Bati jî anî ziman ku di cînayetên polîtîk de necezakirin bûye kevneşopiyek.    Doza derbarê qetilkirina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku di 28’ê mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çar Ling hatibû qetilkirin de hatibû vekirin bi necezakirinê encam girt. Di danişîna 12’ê hezîranê de hate lidarxistin de derbarê 3 polîsan de biryara beraetê hate dayîn. Yek ji parêzerên doza Elçî Mehmet Emîn Aktar û Serokê Lijneya Rêveberiya Weqfa Tahîr Elçî Mahsûm Bati pêvajoya dozê ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) nirxandin.    AKTAR: HSK’Ê GILÎ HÊJAYÎ NIRXANDINÊ NEDÎTIN    Mehmet Emîn Aktar bi bîr xist ku Elçî bi salan li dijî polîtîkayên necezakirinê têkoşiya ye û anî ziman ku kesên bi bandor an bi sirgunan an bi girtîgehan an jî bi kuştinê ji holê tên rakirin û tê xwestin çavên civakê bê tirsandin. Aktar, bal kişand ku ji ber vê yekê derxistina holê ya cînayetên jê re dibêjin “kiryarên nediyar” karekî gelek zehmet e û wiha got: “Ji ber ku hûn ji kesên cînayet kirine dixwazin ku lêkolînê bikin û cînayetê ronî bikin. Ev ne pêkan e. Tişta mirov pê diêşe jî kuştina kesekî bi salan di vê rêyê de ked daye bi necezakirinê encam bû.”   Aktar, qala pêvajoya lêpirsîna piştî kuştina Elçî hate bi rê ve birin kir û ev tişt gotin: “Me li Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) giliyê dozgerên ku lêpirsînê bi rê ve dibirin kirin. HSK’ê gilî hêjayî lêkolînê nedîtin. Li ser vê yekê me îtîrazî Lijneya Giştî kir. Biryara Lijneya Giştî jî vê hefteyê hate teblîxkirin û hate redkirin. An ku ji dadgerê biryar daye re dibêje ‘Mereq neke ez li pişt te me’. Esas ev peyameke. Ji bilî dozgerê lêpirsînê dimeşîne, dozgerekî din bi manîpulasyona vê lêpirsînê, guhdarîkirina li îtirafkaran û çêkirina belgeyên sexte re hewl dide vê bûyerê ji dewletê dûrxîne. Dema mirov ji vê hêlê ve nêrî biryar sîstematîk e û bi biryareke navendî pêk tê. Heta ku ew mekanizmaya biryarê neyê guhertin di van cînayetan de cezakirin gelek zehmet e, heta nepêkan e.”   ‘DADGEHÊ ROLA XWE LÎST’    Aktar, bi bîr xist ku dema Elçî serokê Baroyê bû û li pêşberî kamerayan banga aştiyê dikir hate qetilkirin û da zanîn ku Elçî bi têkoşîna li dijî necezakirinê re mirovekî sembol bû. Aktar, bi lêv kir ku dadgeh di bin tu zextan de nebû, berovajiyê wê rola ku di mekanîzmayê de kete ser wê lîst û got: “Ji ber wê yekê hewce nake ku kes fermanê bide. Di vê mekanîzmayê de rola herkesê heye. Ev biryar ji aliyê kurdan ve bêbaweriya li daraz û hiqûqê bi pêş ve dibe. Ji bo ku ev nêrîn were deşîfre kirin divê saziyên hiqûqê û parêzer ji xwe re rêyeke nû bibînin. Heke wekî din li dijî we dewleteke bi hêz heye. Mafên mirovan li her derê ku otorîte lê heye tê binpêkirin. Meseleya bingehîn ew e ku li dijî necezakirinê têkoşîn bê dayîn.    ‘HEDEF TAHÎR ELÇÎ BÛ’    Serokê Weqfa Tahîr Elçî Mahsûm Bati jî got ku “Ji bo mirov bizane çima Tahîr Elçî hate kuştin divê lê binêre ku ka kî ye” û da zanîn ku Elçî ji salên 90’î ve li dozên cînayetên kiryarên nediyar, valakirina gundan û dozên îşkenceyê nêriye. Bati diyar kir ku ne cihê matmayînê ye ku parêzerekî wiha bibe hedef û got: “Sedemê bingehîn ku Elçî bû hedef beyanên wî yên di serdema qedexeya derketina kolanan a ‘em operasyonan’ naxwazin bûn.”    ‘HETA KU HÛN DELÎLAN KOM NEKIN NIKARIN CÎNAYETÊ RONÎ BIKIN’    Bati, destnîşan kir ku cînayeta Tahîr Elçî cînayeteke polîtîk e û bi lêv kir ku ji ber vê yekê faîl tên veşartin û delîl ji holê hatin rakirin. Bati, da zanîn ku ji kêliya ewil a bûyerê ve daxwaza komkirina delîlan kirine û diyar kir ku hin delîlên wan bi xwe pêşkeşî dozgeriyê kirin ji holê hatin rakirin. Bati, bal kişand ku dosyayê hêdî hêdî ber bi necezakirinê ve dibin û wiha domand: “Piştî çend danişînan me fêm kir ku dozger û dadgeh dixwazin vê dosyayê bêceza bihêlin. Biryareke ku em li bendê bûn bû. Hûn nikarin bêyî tu delîlan kom bikin û bi rakirina ji holê ya delîlên heyî cînayetekê ronî bikin. Ku ev cînayet cînayeteke polîtîk be hûn qet ronî nakin.”   ‘XWESTIN WEKE KIRYARÊN NEDIYAR BIHÊLIN’    Bati, anî ziman ku 12 saniyeyên dîmenên ku polîsan kişandine winda ne û hate îdiakirin ku kameraya kargeha ku cihê bûyerê dikişîne naxebitin û got: “Dema hûn van hemû rasthatina tînin bahev, hûn bi rehetî fêm dikin ku ev bûyer plankirî ye û cînayeteke polîtîk e.” Bati, îşaret kir ku keşfa cihê bûyerê di cînayeta Elçî de nehate kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nekirina vê jî esas nîşan dide ku dadgehê hewl dida çi bike. Dîsa serokwezîrê demê Ahmet Davûtoglû got ku ev sûîqesteke siyasî ye. Ne pêkan e ku kesekî serokwezîr ji vê bûyerê agahdar nebe. Dîsa di dosyayê de hin nameyên îxbarê hene. Mînak yek ji wan nameyên îxbarê bûyerê bi hemû berfirehiya wê re vedibêje. Di nameyê de wiha tê gotin ‘Roja bûyer qewimî saet di 2’yan de li Midûriyeta Polîsan a Sûrê civînek tê kirin û li wir dîmen tên birîn û delîl ji holê tên rakirin’ Dema hûn van tiştan hemûyan bînin cem hev derdikeve holê ku dixwazin dosyayê weke kiryarên nediyar bihêlin.”   ‘TÊKOŞÎNA HIQÛQÎ DÊ BIDOME’    Bati, da zanîn ku di dosyayên ku polîtîkaya necezakirinê tê meşandin de faîl tu caran nayên cezakirin û darizandin bi salan berdewam dikin û wiha pê de çû: “Di dosyaya Tahîr Elçî de heman tişt çêbû. Di dawiya darizandina bi salan domkir de faîlan beraet kir, dosya bi necezakirinê bi dawî bû. Dadgehên ku diviyabû edaletê pêk bînin, edalet pêk neanîn û êşa malbatê careke din nû kirin.”   Bati, bi lêv kir ku necezakirina cînayetên polîtîk bûye kevneşopiyek û destnîşan kir ku ji bo ku dosya binecezakirinê encam negire dê têbikoşin. Bati herî dawî got ku ji ber “binpêkirina lêpirsîna bibandor” dê serî li Dadgeha Destûra Bilind (AYM) bidin heke ji wir biryara binpêkirinê neyê dayîn dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.    MA / Rûkiye Adiguzel