Li Şirnex û Amedê cejn hatin pîrozkirin 2024-06-16 14:09:20 ŞIRNEX/AMED - Li Şirnexê DEM Partiyî û gel di çalakiya nobetê ya li dijî qeyûman hatiye destpêkirin de hatin bahev û cejn li hev pîroz kirin. Li Amedê jî bi boneya cejnê serdana malan hate kirin û cejn li welatiyan hate pîrozkirin.    Li Şirnexê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ber şaredariyên Silopiya, Cizîr û Hezexê dest bi pîrozkirina cejnê kir. Di bernameya ku Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, parlamenterên Şirnexê Zekî Îrmez û Newroz Ûysal Aslan di nav de ne de siyasetmedaran û gel li ber şaredariyan cejn li hev pîroz kirin. Welatiyên ku eleqeyeke zêde nîşanî pîrozkirina cejnê û nobeta li dijî qeyûmê tayînî Şaredariya Colemêrgê hatiye kirin li ber şaredariyan didome dan, peyama ku gel dê xwedî li vîna xwe derkeve dan.    PÎROZKIRINA CEJNÊ Û ÇALAKIYA NOBETÊ BI HEV RE DEWAM DIKE   Parlamentera Şirnexê Newroz Ûysal Aslan a di pîrozkirina cejnê ya li ber Şaredariya Cizîrê de kurt axivî, wiha got: “Mixabin cejnên me li erdnîgariya Kurdistanê di bin zilm û zorê de weke cejnan derbas nabin.” Ûysal, diyar kir ku beriya 14 rojan vîna gelê Colemêrgê hatiye xespkirin û wiha got: “Li dijî vê xespê çalakiyên me yên nobetê yên li ber şaredariyan didomin. Em weke gelê kurd îro pîrozkirina cejnê û nobeta xwe bi hev re didomînin.”   LI GIRTÎGEHAN ÇALAKÎ DIDOMIN   Ûysal, bal kişand çalakiyên li girtîgehan tên meşandin jî û wiha domand: “Li zindanan bi hezaran hevalên me ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd di boykotê de ne. Li malbatên xwe nagerin, cejnê pîroz nakin û dernakevin hevdîtinan.”   Ûysal a got ku “Îro dîsa li çiyayên Kurdistanê şer didome” ev tişt gotin: “Di vî şerî de di bin zilmê û tecrîdê de cejn nayê cem me. Kengî zilm qediya, azadî pêk bên û bi dilekî rihet em bikarin serdana gorên egîdên xwe bikin wê demê cejn dê were. Ji bo ku ew roj bên dê têkoşîna me bidome.”   ‘EM Ê TEQEZ SERBIKEVIN’    Rêxistina DEM Partiyê yê Navçeyê, hevşaredar, parlamenterê Şirnexê Zekî Îrmez û bi dehan partiyî tev li pîrozkirina cejnê ya li Şaredariya Hezexê bûn. Îrmez ê di pîrozkirina cejnê ya li avahiya şaredariyê de axivî wiha got: “Ez hêvî dikim ku ev cejn bibe wesîleya azadiya gelê kurd. Em dixwazin li ser erdnîgariya xwe bi awayekî azad bijîn. Hêviya me xurt e û em ê teqez serbikevin. Ji ber ku paradîgmaya me ji bo azadî û wekheviya herkesê ye. Ji bo me ronahî nêz e.”   ‘GEL DÊ XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVE’    Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Rêxistina DEM Partiyê ya Silopiyayê, Hevşaredarên Silopiyayê û bi dehan partiyî tev li pîrozkirina cejnê ya li ber şaredariyê bûn. Di pîrozkirina cejnê de bal kişandin ser nobeta li dijî qeyûm li şaredariyê tê kirin û hate diyarkirin ku gel dê xwedî li vîna xwe derkeve.    LI AMEDÊ SERDANA MALAN HATE KIRIN   Komeleya Yekitî Çand Piştvanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirine re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxaran re (TUA-YDER) û Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a Rezan bi wesîleya Cejna Qurbanê li navçeya Rezanê serdana malbatan kirin. Di serdanên ku Hevşeredarê Rezanê Sîraç Çelîk, endamên meclisê yên şaredariyê û Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn tev li bûn de girseyê bi dorê serdana malbatan kirin û cejna wan pîroz kirin. Şandeya ji aliyê gel ve bi coş hate pêşwazî kirin û pirsgirêk, gilî û gazin û pêşniyarên gel guhdar kirin.   Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak a DEM Partiyî û Hevşaredarên Bajarê nû mal bi mal serdana malbatan kirin û cejn pîroz kirin. Di cema pîrozkirina cejnê de keliyên keyfxweş hatin jiyîn û li malan îkram ji şandeyê re hatin pêşkeşkirin.    Li hemû navçeyên Amedê DEM Partî, DBP, TJA û hevşaredar serdana malên welatiyan kirin û cejn li wan pîroz kirin.