Hunermend Demîrcîoglû û Aydin bertek nîşanî qeyûm dan: Faşîzm e 2024-06-16 14:42:25   STENBOL - Muzîkjen Îsmaîl Hakki Demîrcîoglû û lîstikvan Orhan Aydin bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê da û wiha got: “Qeyûm faşîzm e.”   Bertekên ji beşên cuda li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê tên nîşandan didomin. Herî dawî lîstikvan û nivîskar Orhan Aydin û muzîkjen Îsmaîl Hakki Demîrcîoglû li ser hesabên xwe yên medyaya salan peyamek parvekirin û diyarkirin ku pêkanîna qeyûm “faşîzm” e.    ‘QEYÛM FAŞÎZM E’    Lîstikvan Orhan Aydin di videoya ku weşandî de wiha got: “Qeyûm faşîzm e, ev pêkanîna li tu dera cîhanê nîne divê demildest bê rakirin. Kesên bi dengên welatiyan tên hilbijartin divê li ser peywîra xwe bin.”   ‘NE MIJAREKE KU WERE QEBÛLKIRINE YE’    Muzîkjen Îsmaîl Hakki Demîrcîoglû jî di dîmenê weşandî de wiha got: “Li Colemêrgê dema hilbijartinê de destûr tê dayîn ku bibe namzet, pişt re ji aliyê gel ve tê hilbijartin û hilbijartina wî kesî tê betalkirin û qeyûm tê dayînkirin. Ez vê yekê şermezar dikim. Ev ne mijareke ku were qebûlkirine ye.”