Li Efrînê du bira hatin revandin 2024-06-17 19:49:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê 2 bira revandin.    Komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li Efrîna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê welatiyên bi navên Mihemed Zimcî Mûrad (35) û birayê wî Fayîq Zemcî Mûrad (33) revandin. Her du bira li bajarokê Sefraya girêdayî Cindirêsê hatin revandin û nayê zanîn bê ka her du bira birine li ku derê.